Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin 2020-04-27 16:06:41   STENBOL – Parêzerên Rojnameger Ferhat Çelîk û Aydin Keser xwest îdeanameya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, der barê 6 rojnamegeran de amade kiriye, ligel ku biryara "Veşartinê" heye jî di rojnameya Sabahê dehatiye weşandin paşve bê girtin.    Der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin îdianame hat amadekirinç Îdianame bi hinceta "Muxalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê" hatiye amadekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianame der barê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel de îdianame amade kir. Di îdianameyê hatiye xwestin ku li rojnamevanan ji 8 salan heya 17 salan ceza bê birîn.    Parêzerên Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û rojnamegerên din têkildarî îdeanameya hatiye amadekirin serî li 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kirin û îtîraz kirin. Parêzeran xwest îdeaname ji nûve bê amadekirin û ya berê bê betalkirin.