Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir 2020-04-28 08:09:28   STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan yekem car bi telefonê bi malbata xwe re axivî û banga yekîtiya kurdan kir.   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Piştî 21 salan Ocalan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan di hevdîtina telefonê de diyar kir ku rewşa  tenduristiya wî baş e.    Ji Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe Ali Konar û xwişka xwe re bi telefonê hevdîtin kir. Alî Konar, diyar kir ku birayê wî di telefonê de pirsa malbatê kir û diyar kir ku rewşa  tenduristiya wî baş e. Konar, anî ziman ku ji ber şewbê bi fikar in û girtiyên li Îmraliyê wekî girtiyên din nikarin di nava xwe de jî bên cem hev û hev nabînin. Konar, da zanîn ku ji roja birayê birine Îmraliyê yekem car bi telfonê hevdîtin dikin.    Hamîlî Yildirim jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re 20 deqîqeyan axivî û diyar kir ku rewşa tenduristiya wî baş e.    JI OCALAN BANGA YEKÎTIYÊ    Ocalan jî bi Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê wiha got: “Ji mere gotin saet di 1'ê de werin Dozgeriya Komarê ya Rihayê. Li ser vê yekê em çûn dozgeriyê û me li wir bi telefonê hevdîtin kir. Telefon carekê qut bû. Piştre em dîsa axivîn. Axaftina me ya telefonê nêzî 20-25 deqîqeyan berdewam kir. Got tenduristiya min baş e. Got niha nexweşî li  vir tune, lê di rojên pêş de çi bibe ne diyar e. Bi giranî li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Banga yekîtiyê kir."