Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira' 2020-04-28 09:15:21   RIHA - Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Riha, Dîlok, Mereş, Semsûr û Meletiyê 592 malbat gihane malbatên xwe yên xwişk û bira û bi sedan pakêtên alîkariyê hatin belavkirin.    Piştî vîrûsa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê belav û xwe gihand Tirkiyeyê jî, HDP'ê di 5'ê Nîsanê de ji bo piştevaniyê "Kampanyaya Xwişk û Bira" dabû destpêkirin. Her diçe kampanyaya hatiye destpêkirin dorfireh dibe. Di çarçoveya kampanyayê de li rêxistinên partiyê yên navçe û bajaran koordînasyon hatin avakirin û koordînasyonên hatine avakirin jî malbatan tespît dikin û piştî tespîtkirinê di warê aborî û zexîreyî de alîkariya malbatan tê kirin.    Li Riha, Dîlok, Meletî, Semsûr û Mereşê jî xebatên kampanyayê didomin û heya niha li van 5 bajarên navbirî 592 malbat gihane malbatên xwe yên xwişk û bira û bi sedan pakêtên alîkariyê hatin belavkirin û zêdetirî 2 hezar malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye hatine tespîtkirin.    RIHA   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û yên navçeyên wê, di çarçoveya kampanyayê de heya niha 200 malbat gihandine malbatên xwişk û bira. Her wiha 207 pakêtên alîkariyê jî belav kirine. Hevserokê HDP'a Bajêr Mîkaîl Gozek diyar kir ku pergala kapîtalîst nikare pirsgirêkan çareser bike û got, li dijî şewbê maseya krîzê çêkirine. Gozek, diyar kir ku hewl didin ku pakêtên alîkariyê li hezar û 500 malbatên din jî belav bikin û bang li her kesî kir ku kampanyayê xurt bikin.    MELETÎ   Hevserokê HDP'a Meletiyê Yûsûf Bozkûş jî da zanîn ku heya niha di çarçoveya kampanyayê de 117 malbat gihandine malbatên xwişk û bira û ji bo berfirehkirin û mezinkirina kampanyayê bang li her kesî kir.    SEMSÛR   Hevseroka HDP'a Semsûrê Zelîha Karinca jî anî ziman ku heya niha 75 malbat gihandine malbatên xwişk û bira û got, 124 qoliyên zexîre belav kirine û wê jî bang li her kesî kir ku tev li kampanyayê bibin.    DÎLOK    Hevserokê HDP'a Dîlokê Mûsa Aydin jî anî ziman ku li Dîlokê 100 malbat gihane malbatên xwe yên xwişk û bira û 110 pakêtên zexîre belav kirine. Aydin, diyar kir ku di lîsteya wan de 150 malbatên din jî hene û bang li her kesî kir ku kampanyayê xurtir bikin.    MEREŞ   Li Mereşê jî HDP û Federasyona Komeleyê Elewî ya Demokratîk a Mereşê pev re tev geriyane û di çarçoveya kampanyayê de 100 malbat gihandine malbatên xwişk û bira. HDP'iyan anî ziman ku 100 qoliyên zexîre hatine belavkirin û gotin, niha 500-600 malbat jî li benda alîkariyê ne.