Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye 2020-04-28 09:15:52 STENBOL - Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku di darazê de pêvajoyeke ji dema DGM'ê xirabtir heye û got: "Piraniya dadgeran wekî emirqûlan dixebitin. Fermana tê dayîn pêk tînin û mirovan dixin girtîgehan. Îsyana Mûstafa Koçak rewşeke bi vî rengî bû."  Mûstafa Koçak ku di 23'yê Îlona 2017'an de di çaçroveya lêpirsîna der barê mirina Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selîm Kîraz de hatibû binçavkirin, piştî 12 rojên îşkenceyê hatibû grtin. Paşê Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Stenbolê di 11'Ê Îlona 2019'an de cezayê muebeta giran li Koçak birîbû. Koçak jî li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Şakran a Îzmîrê, bi daxwaz "darizandineke adil û darizandina îşkencekaram" dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di roja 93'yan a greva birçîbûnê de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û di roja 297'an a çalakiay xwe de, di 24'ê Nîsanê de, jiyana xwe ji dest dabû.    Her wiha endama Koma Yorûmê Hêlîn Bolek jî ji bo qedexeya li ser konserên wan bê rakirin û ji bo endamên koma wan ji lîsteya sor bên derxistin û ji bo avêtina ser Navenda Çandê ya Îdîlê bi dawî bibe di 3'yê Nîsanê yanî di roja 288'an a rojiya mirinê de jiyana xw eji dest dabû û endamê komê Îbrahîm Gokçek jî hê di rojiya mirinê de ye û her diçe rewşa wî xirabtir dibe.    wekî Hêlîn û Mûstafa ku bi destê darazê hatibûn mexdûr kirin, bi hezaran mirov girtîne û pêşeroja wan hatiye binpêkirin.   Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rewşa darazê û bêedaletiya ku dibe sedema mirinê nirxand.    REWŞA DADGEHAN   Pîroglû, anî ziman ku duh jî û îro jî li Tirkiyeyê dadgeh li dijî muxalifan wekî amûra çewisandinê tên bikaranîn û got, dadgeh bi hincetên pûç bi rihetî muxalifan digire. Pîroglû, destnîşan kir ku bi taybetî jî di ser "îtirafkaran" re ji siyasetmedaran bigire heya parêzeran girtîgeh bi muxalifan hatine dagirtin û got: "Hin kesên di merê xwe de îtirafkarî kirine, hişê wan ne li serê wan û girtîne jî îtirafkariyê dikin."    'DADGER WEKÎ EMIRQÛLIYAN E'    Parlementerê HDP'î, anî ziman ku dadgeh guh nadin hiqûqê, li gor fezlekeyên polîsan tev digerin.    Pîroglû, got: "Ji pêvajoya Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM), pêvajoyeke xirabtir heye. Çimkî hiqûq tuneye. Piraniya dadgeran wekî emirqûliyan tev digerin. Fermana tê dayîn pêk tînin û mirovan dixin girtîgehan. Îsyana Mûstafa Koçak rewşeke bi vî rengî bû. Bi îfadeya îtirafkarekî cezayê muebeta giran lê hatiû birîn. Ev lêgerîna ji bo edaletê, lêgerîna hemû muxalifan û bindesta ye."    Her wiha parlementerê HDP'î ji bo qanûna înfazê ya nû ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin jî got, neyta îqtidarê ew e ku girtîgehan bike dojeh.   DIVÊ XWEDÎ LI BErXWDDÊRAN BÊ DErKETIN   Pîroglû, destnîşan kir ku daxwazên Koma Yorûmê û daxwazên Mûstafa Koçak daxwazine gelek mafdar in û got: "A rast ev daxwaz daxwazên civakê ne. Xwedîderketina li van daxwazn û têkoşîna ji bo qebûlkirina wan tê wateya têkoşîna li dijî zext û zoriyên li ser me. Heger em li dor têkoşîneke hevpar bibin yek, em ê van zext û zoriyan bişikînin. Divê xwedî li berxwedanan hemûyan bê derketin."