Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin 2020-04-28 09:26:14 ENQERE - Yek ji xebatkarê paqijiyê yê Nexweşxaneya Îbnî Sîne S.E., diyar kir ku piştî nexweşekê bi vîrûsa koronayê ket testên wan hatin girtin, lê berî ku encama testa wan derbikeve, xebatên xwe dewam dikin. Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara xebatkrên bi vîrûsa korona (Kovîd-19) dikevin zêdetir dibin. Xebatkarên paqijiyê yên li nexweşxaneyan ku her roj bi nexweşan re di nava têkiliyan de ne, bi fikarek mezin xebatên xwe dewam dikin. Kedkarekê paqajiyê yê li Nexweşxaneya Îbnî Sîna Zanîngeha Enqerê ya ku weke nexweşxaneya pandemî hat îlankirin de dixebite S.E. şert û mercên li nexweşxanê vegotin. S.E. ji ber tirsa ji kar bê avêtin nexwest navê xwe bide.   ROJÊ TENÊ RÛŞOPEL CERRAHÎ   S.E., diyar kir ku ew li gorî perwerdeya ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê ve hat dayîn tevdigerin û wiha axivî: “Di nexweşekê de vîrûs hat tespîtkirin. Ji ber vê heya heftiyekê pêşmalkên parastinê dan me. Dûre tenê pêşmak dan bijîşk, kesên li nexweşan mêze dikin û hemşîreyan. Ji ber kêmbûyîna pêşmalkan, tenê didin kesên dikevin odeyên çavderiyê. Di perwerdê de ji me re hat gotin ku divê em 2 lepikan ser hev bixin destên xwe. Dîsa divê her 4 saet carekê rûpoşên me bên guhertin. Lê rojê tenê yek rûpoşekê didin me. Ev rûpoş jî yên cerrahîne û pir tenikin. Sîper em li xwe dikin, tevnên piştevaniyê ji me re şandin.”   ENCAMÊ NABÊJIN   S. E., bal kişand ser encamên testên dabûn û wiha got: “Piştî nexweşek bi vîrûsê ket, testa me ya yekemîn girtin. Bêyî ku ecama wê diyar bibe, em dan xebitandin. Testa me ya herî dawî jî berî 3 heftiyan girtin. Lê rewş hemane. Kesekê di beşa lezgîn de li nexweşan mêze dikir bi vîrûsê ket. Ev kes 14 rojan li nexweşxanê di karantînayê de ma. 2 hemşîre û bijîşkekê di wê beşê de dixebitîn şandin malên wan. Di beşa me de jî gelek hemşîre bi şewbê ketin. Niha 2 hemşîre hîna jî tên dermankirin. Encamên testan nabêjin. Li gorî min divê bi pergalî testa hemû xebatkaran bên kirin.”   XWARIN KÊME   S.E., da zanîn ku xwarina li nexweşxanê pir kême û wiha pê de çû: “Her tim an sandawîç , an jî şorbê didin. Heftiyê carekê yan birin an jî meqerne didin. Di her kêliyê de û li qadên civakî tim pesnê xebatkarên tenduristiyê didin û spasiya wan dikin. Lê di rastiyê de, xem û derdê wan aborî û karê wane. Du lalîkên xwarinê jî gelek dibîn in. Em dibin rîskek mezin de kar dikin. Lê kes rewşa me nafikire. Em her roj bi tirsa ku bi şewbê bikevin dixebitin. Çi demê wê çi bibe nediyare. Bergiriyên têr û tije nayin girtin. Em her roj ji nexweşxanê derdikevin, diçin gel malbat û zarokên xwe. Ev jî me dixe nava fikar û gumanan.”   MA / Zemo Aggoz