Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê 2020-04-28 09:53:28   AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku hêjmara kesên ji ber şewba Covid-19 nexweş ketin û jiyana xwe ji dest dan, li gorî raqamên fermî pir pir zêdetir in û got: "Ne rast e ku şewbê di meha Hezîranê de têxin kontrolê."    Vîrûsa Corona (Covît-19) ku li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bû, li gorî daneyên fermî zêdetirî 3 milyon kes bi nexweşiyê ketin. Zêdeyî 208 kezar kes jî bi şewbê mirin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî kesên bi nexweşiya şewbê ketin 100 hezar derbas kir. 2900 kes jî bi şewbê mirin. Li gel Stenbol Îzmirê yek ji bajarên herî zêde şewb lê belav bûye jî Amed e. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê û Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê, nêzî 500 kes tên dermankirin. 58 xizmetkarên tenduristiyê jî bi şewbê ketine û têne dermankirin. Têkildarî rewşa şewba vîrûsa corona Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Halis Yerlikaya nirxandin kir.    HÊJMAR GELEK ZÊDE YE   Yerlikaya, anî ziman ku li Tirkiye hêjmara nexweş û miriyên bi vîrûsê, li gorî raqamên fermî gelek gelek zêdetir e û wiha got: "Li gorî daneyên fermî gelek welatî ketine bin bandora wê. Li gorî daneyên fermî 2900 kesan jiyanaxwe ji dest dane. Di destpêka pêvajoyê de test zêde nehat kirin. Li gorî pîvanên WHO û kodên ICD qeyd nehatin kirin. Ev hêjmara miriyan rast nîşan nade. Bûyeran tenê li ser destan aşkere dikin. Lê gelek nîşanê nexweşiya şewbê ku bûn sedema mirinê nîşan nadin. Daneyên Klinik û Radyolojik wekî sedem nîşan nadin. Dema ku em van jî lê zêde bikin hêjmara kesên bi ve nexweşiyê ketine û bi vê nexweşiyê mirin ji hêjmarên fermî gelek zêdetir in."    'WEZARET AGAHIYAN BI MERE PARVE NAKE'   Yerlîkaya, anî ziman ku tevî hemû bang û hewldanan  Wezareta Tendturistiyê agahiyên têkildarî şewbê bi ode û sendîkayan re parve nake û wiha got: "Niha wezaret nişan dide ku hêjmara nexweş û miriyan kêm dibe. Lê dem dê vê yekê nîşan bide. Îdîayên ku di meha Hezîranê de şewbê têxin kontrolê rastiyê nîşan nade. Di van şertan de ne pêkean e ku şewbê têxin bin kontrolê."    HETA DERMAN BÊ DÎTIN DIVÊ LI HEMÛ CÎHANÊ TEDBÎR BIDOMIN     Yerlikaya, anî ziman ku heta li cîhanê û Tirkiyeyê derman û derziyê vê şewbê neyê dîtin divê tedbîr û parastina li dijî vê şewbê berdewam bike û wiha lê zêde kir: "Li cîhan û Tirkiye niqaşa ku dê civak fêrî wê bibe. Bi vê yeke dê hêjmara mirinê zêdetir bibe. Rêya serkeftina li dijî vê şewbê, di pêşîlêgirtina belavbûnê şewbê re derbas dibe. Divê agahiyan rast û zelal bi civakê re parve bikin. Kesên şert û mercên wan ên aborî nebaş divê alîkarî bi wan re bê kirin. Li Tirkiye bi qasî tê xwestin ev yek nayê kirin. Tedbîr têr nakin.    LI AMEDÊ 40 KES MIRIN    Yerlîkaya, da zanîn ku li bajarêh herêmê herî zêde li Amedê nexweş û mirî hene û wiha berdewam kir: "Sedema vê yekê ji ber li  vir test zêde tê kirin hêjmara nexweş û miriyan jî zêde xuya dike. Li bajarên din test nayên kirin û kesên bi vê nexweşiyê dikevin û dimirin jî nayên dîtin. Li Amedê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê vê testê dikin. Em dizanin ku di 10 rojên dawî de hêjmara testan derxistine 600-700'î. Divê li gorî şertên bajarî tedbîr û têkoşîna li dijî pandemiyê bê girtin. Em dizanin ku li Amedê 500 nexweş testa wan a PCR pozitif derket. Li Amedê nêzî 500 nexweşên vîrûsê hene. Dema testên din jî bê kirin ev qat bi qat zêdetir e. Ji sedi 80’ê nexweşên asemptomatik an jî semptomatik in. Dîsa gelek li malên xwe di qarantînayê de ne. Dema ev hêj mar li ber çavan bê girtin hêjmar 4-5 qat zêde ye. Niha li Amedê nêzî 40 kes bi ber vê nexweşiyê mirin.    BERPIRSIYAR HIKÛMET E   Yerlikaya, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên Covid-19 û wiha got: "Hevalên me yên poliklinik û serwîsan bi kedek mezin kar dikin. Ger ku serkeftinek hebe ya kedkarên tenduristiyê ye. Bi hezaran xebatkarên tenduristiyê ji ber şewba Covid-19 bi şewbê ketin û tedawî bûn. Berpirsiyarê vê yekê Wezareta Tenduristiyê ye. Berpirsiyar hikûmeta ku di dema wê de tedbîr negirtin û venêrtin nekir e.      MA / Lezgin Akdeniz