Navê Jiyan çima qedexe ye? 2020-04-28 12:06:53   AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn qedexekirina navê “Jiyan” a li ser EBA’yê hat qedexekirin bir rojevê Meclîsê û pirsa “Çima navê jiyan qedexe ye?” kir.   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn qedexekirina navê “Jiyan” a li ser pergala Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehiyê (EBA) bir rojeva Meclîsê û bi pêşniyazpirsekê pêşkêşî ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay kir û vê mijara qedexekirina navê “Jiyan” jê pirsî. Tosûn di pêşniyazpirsê de pirsa “Çima navê Jiyan qedexe ye” kir û got: “Derbarê qedexeya navan de tu giştîname heye gelo?” Tosûn xwest Fûat Oktay pirsên derbarê qedexekirina nav de yên di pêşniyazpirsê de bibersîvine.