Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira 2020-04-28 15:11:36   AYDIN- Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Ayşenûr Vaîzoglû, diyar kir ku di çarçoveya Kampanya Malbata Xwişk û Bira de xwe gihatin 450 malbatan û banga mezinkirin piştevaniyê kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ya bandor li tevahiya cîhanê kir, bi armanca piştevaniya bi malbatên pêdiviyên wan heyî re Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira ya da bû dest pê kirin dewam dike.   Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Ayşenûr Vaîzoglû, diyar kir ku bi xebata bi rêve birin, xwe gihandin hezar malbatî û 450 malbat jî kirin xwişk û bira.   Vaîzoglû, bal kişand ser xebatên bi rêve birin û wiha got: “Me bi maseyên krîzê yên ava kirin û rêxistinên navçeyan re malbat tespît kirin. Bi armanca piştevaniyê, me xwest em destan bigihîn in hev. Ji bo welatî û malbatên xizan me dest vê kampanyayê kir. Karkerên çandiniyê pir zêde li Aydinê hene. Desthilatdariyê nekarî vê pêvajoyê bi rêve bibe. Ji bo vê me li dijî takekesiyê dest bi piştevaniyê kir û me rêxistinêbûna vê esas girt. Di vê mijarê de em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin. Di pêvajoya xebatê de me xwe gihand hezar malbatî û 450 malbat me kirin xwişk û bira.”