Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî 2020-04-28 15:55:32   STENBOL – Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 316 rojin di rojiya mirinê de ye banga edaletê kir û pirsa, “Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?” kir.   Grûp Yorûm li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê endamê xwe Îbrahîm Gokçek ê 316 rojin di rojiya mirinê de ye, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku rêya rawestandina mirinan di qebûlkirina daxwazên wan re derbas dibe. Grûp Yorûm, diyar kir ku ew koma şoreşger a herî mezin a Tirkiyeyê ne û wiha got: “Ev 35 salin em li tevahiya cîhanê konseran didin. Me konserên herî bi girseyî yên bi bîlet û bê pere dane. Me stranên gel çêkirin û em bûn gel bixwe.”   BERXWEDAN WÊ BI DAWÎ NEBE   Di dewam daxuyaniyê de wiha gotin: “Ev 5 salin destûr nayê dayîn ku em konseran bidin. Ji bo ku em hûnera xwe pêş bixin ji bilî mirinê tu rêyek ji bo me nehiştin. Helîn ji bo ku bistrîne şehîd ket. Heya ku berxwedana me bi ser bikeve, wê dewam bike.”   ‘HIQÛQÊ BICIH BÎNIN’   Îbrahîm Gokçek ê 316 rojin di rojiya mirinê deye jî, bal kişand ser berxwedana xwe û wiha got: “Ji bo me cih û dîrokê diyar bikin û soza konserdayînê bidin. Hevalên me yên xebatê Alî Araci û Sûltan Gokçek ku wê danişîna wan bê dîtin serbest berdin. Rêya rawestandina mirinan eve. Em ne rehmê ji we dixwazin û ne jî banga wijdanê ji bo we dikin. Em edaletê dixwazin. Pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û mirinan rawestînin. Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?”