'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?' 2020-04-28 16:15:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogullari Oruç û Kemal Pekoz, têkildarî kuştina Alî El Hemdan pirsname dan meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Edeneyê Tulay Hatîmogullari Oruç û Kemal Pekoz, ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Parlamenteran diyar kirin ku di 27'ê nîsana 2020'an de li Navçeya Seyhana Edeneyê, dema sepandina qedexeya derketina derve dikirin bi îdîaya reviya ye ciwanê 17 salî Ali El Hemdan ji aliyê polîsan ve birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.  Parlamenteran anîn ziman ku çapemeniya neteweyî û herêmî nûçe çêkirin û diyar kirin ku Hemdan dema reviya û gule berdan piyê wî. Lê piştî şahidekî li cihê bûyerê dîmen li ser medya civakî parve kirin, hat ditin ku rastî derset holê. Tekildarî kuştina Hemdan Walîtiya Edeneyê di 28'ê Nîsana 2020'an de daxuyani da û got: “Saet di 12.00'ê Di 27.04.2020'an de li taxa Sucuzade ya Seyhana  Edeneyê yekîneyên girêdayî Midûriyeta Polisan dema sepandina qedexeya kolanan dikirin, kesê ji Sûriyeyê A.H. li hişyariya "raweste" guhdar nekiriye rû reviya ye. Di berdana guleyê de bi şaşî birîndar bûye. Bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê û A. H li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye."   Parlamenteran di pirsnameyê de Ev pirs pirsîn: "Der barê kuştina Ali El Hemdan de kengî lêpirsîn hatiye destpêkirin? Polîs ê Ali El Hemdan kuşt bi kijan armancê çek bikar anî? Çavkaniya "Li hişyariya raweste guhdar nekir" çiye? Dîsa îdiaya Ali El Hamdan bi qezayê hatiye kuştin çiye? Îdîaya di qedexeya kolanan de polîsan bang li Hemdan û hevalên wî kirine û gotine “Werin cem me, neyê cem me emê gule berdin we" û gef xwariye. Rastiya vê îdeayê çiye? Beyî rapora otopsiyê aşkere nebû û lêpirsîn nehat kirin Waliyê Edeneye li gorî kijan agahî û rastiyan got “A. H. yê ji sûriyeyê bi qezayê birîndar bûye?" Di 5 salên dawî de çend kes bi qezayê" jiyana xwe ji dest dane."