Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê 2020-04-29 10:12:35   SILÊMANÎ - Welatiyên herêma Zînî Wertê xwestin Hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişînin û ger ku xwe venekişînin dê PDK'ê wekî partiya hîlekar îlan bikin. Welatiyan bang li partiyan kirin û gotin "Em destûr nedin birakujiyê."    Hêzên PDK'ê bi hinceta parastina li dijî vîrûsa corona di destpêka nîsanê de hêza xwe li herêmê bi cih kir. Pişt re jî TSK'ê herêma Zînî Wertê di 15'ê Nîsanê de bombe kiribû. Di bombebaranê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Berter û nerazîbûnên li dijî êrîşên TSK'ê, helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Nijtîmanî Kürdistan (YNK) berdewam dike. Şêniyên herêma Zînî Wertê bertekên xwe yên li dijî PDK'e anîn ziman û xwest PDK herêmê terk bike. Îro jî komek parlamenter, pêşmerge, siyasetmedar, kesên serbixwe, nûnerên rêxistinên civakî û gelê Raperîn û Silemaniyê, dê bimeşin herêma Zînî Wertê û daxwazên xwe bînin ziman. Dê bixwazin ku hêzên PDK'ê xwe ji herêmê vekişînin. Meş dê saet di 13.00’an de bê li dar xistin. Gelê herêma Zînî Wertê ya di navbera Karox û Qendîlê de ye, li dijî vê rageşiyê nerazîebûnên xwe anîn ziman.   Gelê herêma Baleyakatî ya girêdayî Herêma Zînî Wertê jî bertekên xwe anîn ziman. Gelê herêma Baleyakatî diyar kir ku pêşmerge li ser daxwaza dijminê gelê Kurd hatin li vir bi cih bûn û ger PDK hêza xwe venekişîne dê wan wekî "Birakuji û hîlekar" îlan bikin.    ‘JI ŞAŞIYÊ VEGERIN'   Şêniyê herêmê Niyaz Qelandeyî ku mêşvaniyê dike, diyar kir ku ewil hêza PDK'ê bi hinceta vîrûsa corona hat li vir bi cih bû û wiha got: "Her roj derbas dibe bi îstîxbarata Tirk re tên li vir bi cih dibin. Em fêr bûn ku li ser daxwaza Tirkiye hatine li vir bi cih bûne. Dibêjin vîrûs. Lê li van çiyan vîrûs li çi digere. Ev li dijî aqilan e. Neçirvan Barzanî û Mesrur Barzanî daxuyanî dabûn û armanca wan belî bû. Em dixwazin demek berî demekê ji vê şaşiyê vegerin. Divê xwe û gelê xwe neynîn hemberî hev."    ‘EM DESTÛR NEDIN BIRAKUJIYÊ    Şêniyê Gundê Baleyan Şaho Ahmad ku çotkariye dike jî got: "Di pêvajoyên wisa hesas de divê em zanibin komployên navdewletî li ser gelê kurd hene. Bi van Komployon dixwazin her dem gelê Kurd bînin hemberî hev. Her kes dizane ku Kurd her dem bi zext û tundiyan re rû bi rû ne. Her dem dewlet û dijmin li ser Kurdan û axa Kurdan bazirganiyê dikin. Di nava van komployan de herî zêde Tirkiye cihê xwe digire. Dewleta Fars e. Di nava vê komploya li dijî gelê Kurd de Qandîl hilbijartine. Em wekî gelê Kurdistanê di ferqa vê lîstika qrêj de ne. Di nava vê planê de Qandîl cihekî stratejîk e. Em bawer nakin komplo li Qandilê bi ser bikeve. Lê mixabin hin birayên me yên hêzên Kurd jî di nava vê lîstikê de cih digirin. Em ji hemû birayên xwe yên Kurd diwazin ku nekevin nava van lîstikan. Divê em destûrê nedin birakujiyê. Di erîşên balafirên şer û keşifê yên Tirkiye de 3 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku li dijî tevgera azadiyê disekinin em wan şermezar dikin."    'DIVÊ GELÊ KURD VÊ YEKÊ QEBÛL NEKE'    Yek ji pêşmergeyê YNK'ê yê di sala 1976'an de li dijî rejîma Baasê şer kir Mam Çelalê Xiznewî jî wiha got: "Di şerê li dijî Rejîma BAAS'ê de li van dol û geliyan xwîna kurdan rijiya. Ji bo azadiya Kurdistanê şerekî mezin pêş ket.  Ji bo azadiya Kurdistanê demek dirêj e şer tê kirin. Ev destkeftî divê kes ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî xerç neke. Divê kes van destkeftiyan nefiroşe dijminê kurdan. Wekî gelê Kurd ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin. Em destûr nadin ku tu kes bê destkeftiyên Kurdan talan û wêran bikin."    ‘YÊN RÊ LI PÊŞ BIRAKUJIYÊ VEKIN EW HÎLEKAR IN'   Xiznewî anî ziman ku Zinê Wertê di bin serweriya YNK'ê deye û wiha bi dawî kir: "PDK'ê ne ji bo xêrê hêza xwe li wir bi cih kir. Em dizanin ji bo hin berjewendiyên biçûk hêzê li wir bi cih dike. Em bang li PDK'ê dikin ku hêza xwe vekişîne. Divê hemû kes û hêzên ku dibêjin em YNK, PDK, PKK û hemû hêzên Kurdistanê ne, destûr nedin şerê birakujiyê. Kesên destûr bidin birakujiyê ew hîlekar in. PDK'ê jî li ser daxwazên Tirkiye hêza xwe li vir bi cih kir. Her kes vê yekê zane. Ger ku PDK hêza xwe vekekişîne wê demê hîlekar e.    Xiznewî, helwesta Neçirvan Barzanî ji rexne kir û got: "Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibêje Bila kurd herin Başûrê Kurdistanê. Bila biçin wir û cihekî din... Em jî dibêjin ev der axa hemû Kurdan e. Kî kengî bixwaze dikare here ser her buhosta axa Bakur, başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi cih bibe. PKK’ê jî bang kir û got “Em Birakujiyê naxwazin' Em vê daxuyaniyê pir girîng dibînin.    MA / Erdogan Altan