Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn 2020-04-29 11:19:34   ŞIRNEX – Li Şirnexê lêpirsîna bi hênceta operasona Tirkiyê ya li dijî Rojava şermezar kirine hatibû destpêkirin bi hênceta “kêmdelîliyê” birayara neşopandinê hat dayîn.   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û grûpên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de di bin navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di 14’ê cotmeha 2019’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê HDP’ê operasyon şermezar kiribû. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kiribû û 3 kesan binçav kiribûn. Hevserokê HDP’a Şirnexê yê berê Zekî Îrmez, Hevşaredarên Cizîrê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Mehmet Zirig û Bêrîvan Kûtlû û Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Guler Tunç jî di nav de 13 kes bi hênceta şermezarkirina operasyonê xistibûn ber lêpirsînê. Bi hênceta “kêmdelîliyê” birayara neşopandinê ji bo lêpirsîna 13 kesan hat dayîn.