Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî 2020-04-29 11:27:34   ENQERE - Serokê TEB'ê Erdogan Çolak, diyar kir ku di pêvajoya şewbê te rûpoş tenê gihşt 8 milyon wkelatiyên Tirkiyeyê. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî diyar kir ku divê hilberîna rûpoşan li gorî ku serê her kesekî rojê 3 heb bikevin bê kirin û bêne belavkirin.    Piştî şewba vîrûsa corona (Covid-19) li Tirkiye pêş ket, ji bo parastinê her kesî berê xwe da rûpoşan. Lê hikûmetê firotina rûpoşan qedexe kir û li dermanfiroşan bi koda SMS bê pere belav kirin. Vê yekê hem ji bo welatiyan û hem jî ji bo dermanfiroşan barekî giran derxist. Têkildarî mijarê Serokê Yekîtiya Dermanfiroşan ên Tirk (TEB) Erdogan Çolak, diyar kir ku heta niha li 31 bajaran 55 milyon rûpoş gihiştiye eczaneyan û wiha got: "Nêzî 40 milyon rûpoş hatin belavkirin. Li 50 bajarên din jî duh rûpoş hatine şandin. Belavbûna 40 milyon rûpoşan nîşan dide ku li tevahiya welat tenê rûpoş gihiştiye 8 milyon mirovî. Li tevahiya welat nêzî 45 -50 milyon mirovên ku kolan li wan nehatiye qedexekirin hene. Ji ber vê yekê belavkirina rûpoşan a bi SMS û e-Devlet pirsgirêk heye. Her kes bi qasî tê xwestin û bi lez nikare xwe bigîne rûpoşan.    DIVÊ LI BER DERMANFIROŞAN RÊZ ÇÊNEBE   Çolak xwest ku bi rêk û pêk SMS bêne şandin û bi şiklê ku li ber dermanfiroşan dor çênebe bê belav kirin û wiha got: "Divê rojê serê dermanfiroşekî 30 SMS bê şandin.    DIVÊ SERÊ KES ROJÊ 3 RÛPOŞ BIKEVE    Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî diyar kir ku divê hilberîna rûpoşan li gorî ku serê her kesekî rojê 3 heb bikevin bê kirin û bêne belavkirin. Gungor, anî ziman ku hin kesên ku li ser wan nîşaneyê şewbê tune nexweşiyê derbas dikin hene û wiha got: "Ji ber vê yekê divê her kes wekî hilbir û bargirê vê nexweşiyê bê zanîn. Li cihê ku rê li pêş temasa fîzîkî nayê girtin divê teqez rûpoşê bixin rûyê xwe. Ger ku hefteyê rojekê 5 rûpoş bên dayîn ji bo kesên bi rêk û pêk diçin kar têr nakin. Ev nîşan dide ku kesên bi rêk û pêk diçin kar bên tedbîr in.      MA / Eylul Deniz Yaşar