HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin 2020-04-29 11:57:08   ENQERE - HDP'ê bal kişand ser rola dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiya civakî ya li herêmê û destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û şert û mercên azad û ewle ji bo Ocalan bên afirandin.   Meclîsa Partiyê ya HDP'ê di 27-28'ê Nîsanê de bi rengekî onlîne civîna xwe pêk anî. Civîna ku beriya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pêk hat, diyarî karkeran, kedkaran û bindestan hat kirin. Encama civînê jî bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di encamnameyê de hate ragihandin ku krîza pandemî, zextê dema dawî, êrişên li dijî goristanan, rojiyên mirinê, tundiya li jinê, êrişên li ser Mexmûrê, têkoşîna karkeran û pirsgirêkên wan hatin nirxandin. Hat ragihandin ku AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe, di nava xwe de bi hev ketiye, li qesrê dek û dolab hene û işaret bi firsendê vê pêvajoyê hate kirin. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Kedkar û bindest di serdemeke dîrokî de ne ku hem rîsk mezin hem jî firsend hene. HDP di demeke welê krîtîk de wê bi çîna karker, bindest, xizan, cotkar, gundiyan re be û têkoşîna xwe ya bi wan re bidomîne."   'TECRÎDA GIRAN A LI SER BIRÊZ OCALAN E'   Li gorî encamnameyê yek ji xalên sereke yên rojeva civînê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.   Di daxuyaniyê ev xala girîng hat destnîşankirin: "Li gel bangên ji bo aştiyê û berpirsyariya xwe ya bi salan, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Di vê dema şewba vîrûsa koronayê de divê desthilatdarî bi rengekî rêk û pêk û qanihkirî ji raya giştî re eşkere bike ku şert û mercên tenduristiyê ji bo Birêz Ocalan afirandiye. Divê bi rengekî lezgîn tecrîda girankirî bê bidawîkirin, li dijî şewbê tevdîrên pêwîst ên tibbî bên wergirtin û parêzer û malbat karibin pê re hevdîtinê bikin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi Birêz Ocalan heye. Lewma ji bo Birêz Ocalan karibe rola xwe ya dîrokî ya ji bo avakirina aştiya civakî bilîze divê şert û mercên pêwîst bên amadekirin. Li ser vê bingehê ji bo Birêz Ocalan ê tecrîdkirî ye şert û mercên tenduristiyê, ewlekariyê û azadiyê bên afirandin."   Di encamnameyê de êrişkariya dewletê hat nirxandin û wiha hat gotin: "Êrişên li ser gelê Kurd didomin. Dewamkirina van êrişan, êrişên li ser Kampa Mexmûrê careke din nîşan dide ku Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a demokratîk çiqasî pêwîst e. Bi navê HDP'ê em bang li aliyan hemûyan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û xwe ji gavên ku dikarin bibin sedem aşere herêmî vegirin. Ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a Demokratîk gavên çêker biavêjin."