Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin 2020-04-29 15:17:54   NAVENDA NUÇEYAN - Girseya ku biryarbû îro biçe, Zînî Wertê û li wir peyama xwe bigihînin hêzên pêşmerge yên PDK’ê û YNK’ê hatin astengkirin. Girseyê li seytereya Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de gotin ku îro hemû dayîkên şehîdan hatine asteng kirin û bang li hemû hêzan kirin da ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin. Heyeta Ranya jî bang kirin û gotin heta pirsgirêk çareser bibe dê çalakiya xwe bidomînin.    Girseya ku biryarbû îro biçe, Zînî Wertê û li wir peyama xwe bigihînin hêzên pêşmerge yên PDK’ê û YNK’ê hatin astengkirin. Girseyê li seytereya Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan . Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro hemû dayîkên şehîdan hatine asteng kirin. Herwiha bang li hemû hêzan hate kirin da ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin.   Ji bo hêzên çûne Zînî Wertê bicihbûne û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, biryarbû îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşek girseyî lidar bixin. Lê girseya gel a ku dixwest ber bi Zînî Wertê ve bimeşe,ji aliyê asayîşê ve hate asteng kirin.     Girseyê li seytera Qemteran daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de çalakvanê civaka sivîl Dilşad Mîranî nerazîbûna xwe hemberî astengkirina girseya gel a ji aliyê asayîşê ve nîşanda û got; “Mixabin me sedan kîlometre ji bo em peyama aştiyê û daxwaza xelkê Kurdistanê bigihînin, derbaz kir. Lê em li seytereya Raperîn hatin asteng kirin. Ev hêzane ne tenê astengiyê ji mere çêkirine, di heman demê de astengiyê ji dayîkên şehîdan û malbatên şehîdan re jî çêkirine. Dayîkên ku zarokên wan di şerê navxweyî de şehîd bûne û dilê wan şewitîne, dizanin dil şewitîn çiye. Ji bo vê daxwaza me û hemû malbatên şehîdan ewe ku ew hêzên li Zînî Wertê vegerin cihên xwe. Em bang li Hikumeta Iraqê jî dikin êdî re nede dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê bike.”   Piştî wê li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê parlamentera berê Geşe Dara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em ji bo aştî, aramî û yekîtiya gelê Kurd, ji bo parastina destkeftiyên xebata rizgarîxwaz û têkbirina pîlanên dagirkeran, ji bo dûrxistina agirê şerê navxweyî,  ji bo piştgiriya daxwazên xelkê, parastina asayîş, xak û xelkê Kurdistanê îro hatine vê derê. Bê guman ew dagirkerî, dagirkeriya li ser Kurdistan û egera şer a li vê herêmê, metirsiyek mezin li ser yekîtiya netewî a hemû gelê Kurd çêdike. Ev pîlana dagirkerên Kurdistanê ye û divê em hemû, bi hemû awayek li hember derkevin. Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ji bo daxwazên xelkê Zînî Wertê didin nîşandan. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê.”     HEYETA HERÊMA RAPERÎN: HETA PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE DÊ ÇALAKIYA ME BIDOME   Komek parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêma Raperîn jî; plan kiribû ku îro biçin Zînî Wertê û ji hêzên leşkerî bixwazin ji herêmê vekişin. Lê girseyên ku ji Silêmanî û herêma Raperîn derketibûn rê, ji aliyê asayîşê ve hatibûn astengkirin. Komek welatiyên ku di nava wan de rewşenbîr jî hebûn, karîbûn ji Ranya xwe bigihînin bajaroka Serkepkan a girêdayî Îdareya Raperîn ku dikeve destpêka Geliyê Wertê. Girseya nîvro xwest ku biçe Zînî Wertê,  lê li nava bajarokê li noqteya asayîşê hat astengkirin. Li ser vê yekê nûnerên girseyê bi rayedarên asayîşê re dest bi hevdîtinê kirin. Hevdîtin berdewam dike.   ZÎNÎ WERTÊ JI BO HEMÛ KURDAN GIRÎNG E   Li ser astengkirinê girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê Înîsiyatîfa Çalakiyê Hewrê Kastro axivî û diyar kir ku Zînî Wertê ji bo hemû Kurdan girînge lewre wan weke komek rêxistinên sivîl, li gel welatiyên herêmê xwestiye ev pirsgirêk çareser bibe. Kastro destnîşan kir ku peyama wan aştî ye û wiha dom kir: “Me beriya niha li gel welatiyên herêmê daxwaza xwe ragihandibû Wezareta Pêşmergeyan. Lê bersiv nehat dayîn. Gava duyemîn ku me xwest bavêjin jî ew bû ku bi beşdariya hemû aliyên siyasî em çalakiyek berfireh û serbixwe lidar bixin û peyama xwe bidin. Daxwaza me ewe ku ev alozî bi awayekî medenî çareser bibe.” Kastro, bibîr xist ku wan xwestiye îro biçin Zînî Wertê û vê peyama xwe bidin, lê li hemû deverên ku welatî derketine rê, asayîşê astengî derxistiye. Kastro diyar kir ku hinceta virûsa Korona tê nişandan, lê ev rast nîne û got: “Em niha di rewşeke wisa de ne ku nikarin li vir çalakiyek medenî jî pêk bînin. Em naxwazin herêma me aloztir bibe. Jixwe rewşa herêmê nebaş e.”    Hewrê Kastro di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê kir ku rewşê asayî bikin. Hewrê Kastro got ku heta pirsgirêk tê çareserkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin. Piştre endamê înîsiyatîfa çalakiyê Nesîp Harip jî bersiva rojnamevanan da. Li ser pirsa têkildarî astengkirinê Harip got: “Vê rêgiriya çalakiyê nîşan da ku di şandina hêzên li Zînî Wertê de destê PDK û YNK’ê heye.”   Piştî daxuyaniyê, girseya gel paşve vegeriya.