Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin 2020-04-30 07:32:22 AMED - Malbata Kardaş, cenazeyê kurê xwe Hebûn Kardaş ku di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû di bin dorpêça wesayîtên zirxî û eskeran de definkir.   Malbata Kardaş, piştî encama DNA'yê cenazeyê kurê xwe Hebûn Kardaş ê ku li Licê ya Amedê di 15'ê Nîsanê de di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girt. Qerekola Cendermeyan a Sûrê, duh di nav rojê de malbat agahdar kir ku dê bişev cenazeyî bidin malbatê. Li ser vê yekê malbat ji çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê. Di heman demê de Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, endam û rêveberên HDP’ê û endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gundiyên malbatê jî çûn li cem malbatê. Polîsan li ser kombûna girseyê gotin ku heta girse belav nebe cenazeyî nadin. Ji ber vê parlementer û amirê polîsan ketin qirika hev. Bav Kardaş jî li ser vê yekê got, ‘hûn cenazeyî nedin ez ê li vê derê xwe bişewitînim.’ Li ser gotina bav Kardaş rayedaran cenaze radestî malbatê kirin.    CENAZE SAETEKÊ GERANDIN   Malbata Kardaş piştî cenaze girt ji bo definkirinê ber bi Gundê Zorava yê Sûrê ve ket rê. Parlementerên ku xwestin bi cenazeyî re biçin, polîsan ew asteng kirin û nehiştin biçin. Malbatê cenaze ji nexweşxaneyê heta goristanê di bin dorpêça maşîneyên polîsan de bir. Eskerên ku di têketine gund de sekînîbûn nehiştin endam û rêveberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê û gundî beşdarî merasîma definkirinê ya cenaze bibin. Her wiha eskeran bi qasî saetekê cenaze li gundên derdorê gerandin û pişt re cenaze anîn goristana gund. Gelek esker û erebeyên zirxî  gund û goristan dorpêç kirin.    Malbata Kardaş cenazeyê kurê xwe saet di 11 û nîvê şevê de li Goristana Gund defin kir. Di dema definkirinê de tenê destûr dan 15 kesên ji malbatê ku tev li merasîma definkirinê bibin.    Her wiha gundiyan jî li pişt dorpêça eskeran dirûşmeya "Şehîd Namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin. Pişt re sirûda Çerxa Şoreşê gotin.