ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN 2020-04-30 09:00:31 * Bi qanûna înfazê ya nû re gelek kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Derûnas Gulşen Canan, bal kişand ser bandora van kesan a li ser mexdûran û got: "Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin."  * Nûnera Tevna Zarokên di Girtîgehê de Cansû Şekercî, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de li girtîgehan tecrîd girantir bûye û venihêrîn nayê kirin.    * Payiz Demîr a 68 salî di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye. Kurê wê Mûhlîs Demîr, got: "Tecawizkar, diz, kujer tên berdan, lê mirovên temenê wan di ser 65 salî re nayên berdan. Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?"    * Piştî di sala 2007'an de PVSK hat guherandin, erka çekşixulandinê ya polîsan hat zêdekirin û ji wê rojê heya niha 403 kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane. Mexdûrê herî dawî yê vê qanûnê jî Alî El Hemdanê sûriyeyî ye.    * Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Wanê Savaş Encu, bertek nîşanî êrîşên li ser goran tên kirin da û got: "Bi vê pêkanînê careke din agir bi dilê dê û bavên me dixin. Cihê vê yekê tuneye, di mirovahiyê de."    *  Li gundê Biyadir ê Çelê dema çeltûkê dest pê kir. Ji ber ku îsal dema çeltûkê ketiye meha Remezanê welatî bêtir zehemtiyê dikişînin. Welatiyan hem bal kişand ser vê zehemtiyê hem jî şewba vîrûsa coronayê û gotin, berên li gundê wan şîn tên têra herêmê gişî dikin.    * Li Silopiyayê cotkarên fisteqa diçînin, nizanin wê ji ber berazên ku êvarî li nav erdê wan dixin çi bikin. Cotkaran, anî ziman ku esker nahêlin bi şev nobeta erdn xwe bigirin.    * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin û xwest hêj talûke zêde nebûye girtiyan serbest berdin. Temîzyuz, ji bo tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê jî got: “Axaftina telefonê mafê her girtî yê hiqûqî û zagonî ye. Tirkiye 21 salin hiqûqê binpê dike."    * Sekreterê Giştî ye TTB'ê Dr. Bulent Nazım Yilmaz, plana hikûmetê ya piştî cejnê her tiştî asayî û normal bike rexne kir û got "Hêj mirov nikare zelal bêje şewb hatiye kontrolkirin. Di vê rewşê de pêvajo nikare sistbûn û normalbûnê qebûl bike. Ku sist bibe dê dîsa şewb belav bibe."