'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike' 2020-04-30 09:13:00 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin û xwest hêj talûke zêde nebûye girtiyan serbest berdin. Temîzyuz, ji bo tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê jî got: “Axaftina telefonê mafê her girtî yê hiqûqî û zagonî ye. Tirkiye 21 salin hiqûqê binpê dike."    Hevserokê Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, îhlalên girtîgehan, tecrîda li ser Îmraliyê û qanûna înfazê ya ku HDP'ê bir AYM’ê nirxand. Temîzyuz bal kişand ser derxistina qanûna înfazê ya girtiyên siyasî li derve hişt û wiha got: “Hêj qanûna înfazê nebiribûn meclisê, me MED TUHAD-FED serî li partiyên siyasî yên li meclîsê, Komisyona Mafê Mirovan a Meclîsê, Wezareta Dadê û Serokomariyê da. Me xwest qanûneke hevpar û li gorî rêgeza wekheviyê bê amadekirin. Wezareta Dadê got ‘me tedbîr standine’ lê hefteyek şûnde girtiyan diyar kirin ku tu tedbîr li girtîgehan nehatine girtin. Malbatan jî daxwazname şandin Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER). Piştî daxwazname û serîlêdanan hin gav hatin avêtin. Lê hêj li gelek girtîgehan tedbîr tune ne. Wekî tedbîr girtî xistin hucreyê. Ev ne tedbîr in tecrîd e. Eger girtiyek nexweş be û 14 rojan bê tecrîdkirin, wê demê nexweşiyên mezintir derdikevin holê.”   ‘ZIYARETÊN PARÊZER Û MALBATAN HATINE QUTKIRIN'    Temîzyuz, diyar kir ku hevdîtina malbatan û parêzeran hatiye qutkirin tenê malbat dikarin bi telefonê biaxivin û wiha axivî: “Li Girtîgeha Wanê ji bo ku girtî derbarê nexweşiya vîrusê diaxive, malbat cezayê telefonê û neaxaftinê digire. Ev çi derdixe holê dibên ‘em çi bikin bila bikin girtî û malbat divê ser neaxivin.’  Em jî dibêjin hûn çi dibêjin bêjin em ê bipeyivin û ser van pêkanînên we de werin. Ji ber we di pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê de OHD, ÎHD û ÇHD me di nava hefteyê de agahî ji malbata girtin. Kîjan girtîgehê kîjan pirsgirêk tên pêkanîn gij tên federasyonê û komeleyan.”    'GIRTÎ DI HUCREYAN DE NE'    Temîzyuz, da zanîn ku her duşem bultena der barê girtîgehan parve dikin û got: “Me vê hefteyê bultena duyê weşand. Piştî bultenê li ser li ser hesabê twîtterê bi taga "Agahiya we ji girtîgehan heye" saet di 20.30’an de parve dikin. Em dixwazin rewşa girtîgehan bikin rojev. Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê hinek girtî di hucreya de ne. Li Girtîgeha Afyonê girtiyên ku ji Balikesîrê anîn ji ber şertên girtîgehê qebûl nakin zêdeyî 2 meh in di hucreyan de ne. Di Girtîgeha Şakranê de odeyen vala hene lê 24 - 30 kesan di odeyekê de digirin. Armanca hikûmetê û gotinên Wezîrê Dade ji hev pir cuda ne. Ji ber wê em ne îkna ne. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin."    Temîzyuz, destnîşan kir ku Wezareta Dadê dibê ‘rûpoş, lepik û malzemeyên paqijiyê didin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî bi rêya malbatên dibêjin malzemeyên paqijiyê nikarin bigirin. Gelo em ê ji daxuyaniya Enqereyê bawer bikin an ji pratîka wan bawer bikin? Ji bo me pratîk girîng e. Girtî Mustafa Geylanî yê li Girtîgeha Gumuşhaneyê, ji Komisyona Şopandinê ya Mafê Mirovan a Meclîsê tenê xwesteka wî hebû. Digot ‘werin tiştekê guhdar nekin.  Tenê kamerayên di girtîgehê de 24 saetan dixebitin temaşe bikin. Wê demê her  tişt diyar e."    ‘DIVÊ WEZARETA DADE DANEYÊN ŞEWBÊ EŞKERE BIKIN’   Temîzyuz,  bibîrxist ku li gor daneyên ku Wezareta Dadê 120 girtî bi şewbê ketine û got: “Her malbatên ku xizmên wan girtî dê bêjin ‘ecêp girtîgeha ku zarokên min tê da ew girtîgehe?’ Hewceye ku Wezareta Dadê di kîjan girtîgehan de nexweşiya şewbê heye? Çend kes in? Ji gardiyanan, ji eskeran, ji bijîşkan belav bûye? Ji kê belav bû ye eşkere bikin. Divê Wezareta Dadê cidî tevbigere û samîmî daxuyaniyan bide. Niha ji bo girtiyên nexweş me serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Kîjan dewletê bûya ji ber şewbê niha girtiyên nexweş hatibûna berdan. Mehmet Emîn Ozkan 81 salî ye. Ji sedî 87 rapora wî ya ku nikare di girtîgehê de bimîne heye. Ergîn Aktaş du destên wî nînin. Suphî Îsmaîl. dayikên 70 salî hene. Gelek mînak hene."    ‘GIRTIYAN SERBEST BERDIN’   Temîzyuz, gotina rayedaran a ‘Bila kesên zêdeyî 65 salî dernekevin derve’ rexne kir û wiha lê zêde kir: “Yên 80 sal emrê wan hene di girtîgehan de ne. Hûn ji bo ve yekê çi dibêjin? Hikumet polîtîkayên rojane dimeşîne.  Aliyekî jî dibêjin em nexweşiya şewbê xelas bikin. Dixwazin nexweşiyê jî normal bikin û bidin qebûl kirin. Belavbûna nexweşiyê dê bibe sebebê bi hezaran miriyan Divê hikumet di demekî kin de tedbîran bistîne û girtî serbest werin berdan. Gelek dewletên cîhanê di vê hêlê de gav avêtin. Dewleta Tirk rabû ji bo yên weke Alaattîn Çakici efû derxistin. Hikumetê hevkarên xwe berdan. Divê ji vê vesazkirinê paşve gavê biavêje. Hêj rewş ne gihiştiye asta xerabûnê serbest berdan dest pê bikin. Daxwaza civakê û malbatan di vê astê de ye.”   ‘QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ HIQÛQÎ YE’   Temîzyuz, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê yê berê Hikmet Samî Turk a ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qanûna înfazê betal bike' û wiha berdewam kir: “Samî Turk ji ber bê hiqûqî û cudatiyê wisa digot. Dema mirov dinêre Tirkiyê îro di aliyê demokrasiyê, hişmendiyê, zagon û guhertinê de pir pir paşve çûye. Hem CHP’ê serî li AYM’ê da ye hem jî girtî di girtîgehan de serî lê didin. Qanûna înfazê bê hiqûqî ye. Vesazkirineke ji bo nexweşiyekê hatiye kirin lê cudatî heye. Nexweşî dema kete hundirê girtîgehê girtiyan ji hev cuda nake. Ji rêxistinên navnetewî jî bang hatin kirin ku ewil kesên ji ber fikr û ramanên xwe hatî girtin ku werin berdan. Ne kesên ku li dijî civakê û kesa sûc kirî. Ew divê herî dawî werin berdin. Kete çapemeniyê jî kesekî ku di çarçoveya vê paketê de derketî di heman rojê de derketî mirovek kuşt. Ji ber vê yekê hewceye AYM daxwazên civakê û vê piratîka sûc berçava bigire û peywîra xwe bicih bîne. Lazime bê alîbûna xwe di vir de nîşan bide û gav biavêje.”   ‘JI BO ÎMRALIYÊ HEWCEYÊ HIQÛQÊ BICIH BÎNIN’   Temîzyuz, tecrîdkirina li Îmraliyê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan li Îmraliyê 21 salin tê tecrîdkirin. Tecrîd li gorî polîtîkayên Tirkiyê pêk tê. Teclîd li Rojhilata Navîn li dijî gelê kurd û demokrasiyê pêk tê. Polîtîkayên li Rojhilata Navîn ewkil li Îmraliyê dixin meriyetê. Ji ber ku birêz Ocalan di hêla jiyana bi hevre, çareseriyê, aşitiyê de peyam dide. Hikumet dema di şer de israr dike tecrîdê giran dike. Tecrîda girtîgehên din jî girêdayî tecrîda Îmraliyê ye. Malbatên girtiyan, gel dixwazin tecrîda li Îmraliyê rabe. Birêz Ocalan piştî 21 salan yekem car bi telefonê bi malbatê re diaxive. Ev ne lutufeke. Mafê her girtî yê zagonî ye. 21 salin Tirkiye hiqûq binpê kiriye. Hewceye hiqûqa heyî pêk bînin. Lê kêfî nêzîk dibin. Axaftina malbatan a li dozgeriyê jî pirsgirêkeke, eziyetê bi malbatê didin kişandin em qebûl nakin û nayê qebûl kirin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme