Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye 2020-04-30 09:14:52 ÎZMÎR - Nûnera Tevna Zarokên di Girtîgehê de Cansû Şekercî, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de li girtîgehan tecrîd girantir bûye û venihêrîn nayê kirin.  Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul, gotibû li 4 girtîgehan 120 girtî û hikumxwar bi şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ketine. Nûnera Tevna Zarokên di Girtîgehê de ya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de Cansû Şekercî, rewşa zarokên di girtîgehan de nirxand.    Şekercî, anî ziman ku li gorî daneyên dawî ku Wezareta Dadê di sala 2018'an de parve kirine di navbera 12-18 salan de 3 hezar û 19 û di navbera 0-6 salan de jî 743 zarok di girtîgehan de ne. Şekercî, diyar kir ku di pergala dadê de diviya çareya dawî girtin bûna, lê belê zarok bi awayekî girtî tên darizandin û ev jî dibe sedema binpêkirina mafên mirovan.    WÊ ÇEND ZAROK BÊN BERDAN?    Şekercî, destnîşan kir ku wezaretê parve nekiriye ku wê bi qanûna înfazê ya nû re çend zarok bên berdan û got, di qanûna nû de der barê zarokan de çend xal hene. Şekercî, diyar kir ku bi taybetî jî xalên ku cezayên dîsîplînê girantir dikin di qanûna nû de hene û got: "Xaleke ku zarokan elqedar dike jî ev e; sûcên heya 30'yê Adarê hatine kirin. Zarokên temenê wan di navbera 12-15 salan de her rojeke wan a di girtîgehê de wekî 3 rojan û zarokên temenê wan di navbera 15-18 salan de jî her rojeke wan wekî 2 rojan tê hesibandin. Di hesabkirina ceza de hn sererastkirinên cuda hatin kirin. Di vî warî de zarok bi hin sererastkirinên der barê wan de rû bi rû man. Wê çend zarok sûdê ji vê bigirin, em jî nizanin."    Şekercî, destnîşan kir ku ji bo zarokên girtî berdana bi şertî tu tiştî îfade nake, divê dadgeh ji bo zarokên girtî biryara berdanê bidin.    Her wiha Şekercî, bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên di qanûna nû de cih digirin û got: "Yek ji cezayên dîsîplînê ya nû jî; hevdîtinên vekirî wê bikin ên girtî. Bi salan e em dibêjin hevdîtinên girtî zirar didin zarokan, divê ev hevdîtin bibin ên vekirî. Lê rabûn tiştekî wiha kirin. Gava cezayê dîsîplînê li zarokan bê birîn wê hevdîtinên wan ên vekirî bikin ên girtî."    Şekercî, anî ziman ku piştî şewb belav bûye li girtîgehan di çarçoveya tevdîran de serdan hatine bisînorkirin û ji ber vê malbat nikarin biçin girtîgehan zarokên xwe bibînin û got, hevdîtina bi rêya telefonê jî bûye 20 deqe. Şekercî, diyar kir ku çalakiyên zarokan jî hatine betalkirin û got, tecrîda li girtîgehan girantri bûye û ev jî bi xwe re dibe sedema binpêkirinên mafên mirovan.   Şerkecî, xwest bêyî cihêkarî bê kirin zarok hemû bên berdan.    MA / Sevda Aydin