‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin' 2020-04-30 09:16:42 WAN - Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Wanê Savaş Encu, bertek nîşanî êrîşên li ser goran tên kirin da û got: "Bi vê pêkanînê careke din agir bi dilê dê û bavên me dixin. Cihê vê yekê tuneye, di mirovahiyê de."  Li gelek deveran eskere gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane xera dikin. Bertekên li dijî van êrîşan didomin. Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Wanê Savaş Encu, destnîşan kir ku tiştên tên kirin êdî hatine asteke wisa ku nayên qebûlkirin.    NE TIŞTEKÎ NÛ YE    Encu, diyar kir ku texrîbkirina goran û nexasim jî di meha rojiyê de kirina tiştekî wiha bi tu awayî nayê îzahkirin û got: "Di meheke wiha de kirina van tiştan û bi taybetî jî hilbijartina wan a di vê mehê de tu bikî nekî di serê mirov de dibe sedema hin pirsan. Heger ev tişt bidome wê di navbera gelan de bibe sedema veqetînine pir mezin. Ev rewş ne konsepteke nû ye. Berê jî heman tişt dihatin kirin. Di dema Osmaniyan de, di 1925'an de li Amedê bi darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî û nebûna gora wan û di sala 1938'an de darvekirina Seyîd Riza û kurê wî û nebûna gora wan, nîşan dide ku ev xwe dispêre rabirdûyeke dûr û dirêj. Di sala 2015'an di dema qedexeya derketina derve de cenazeyê Taybet Înanê 7 rojan li nav kuçeyê hatibû hiştin û her wiha li Golbaşiya Enqereyê cenazeyê dayika Aysel Tûglûkê ji gorê hatibû derxistin. Ev jî nîşan didin ku perçeya heman konseptê ye. Ev polîtîka çi li wan zêde dike, armanca wan çi ye nayê famkirin."    GORISTANA XERZANÊ    Her wiha Encu bal kişand ser Goristana Xerzanê jî ku 280 cenaze jê hatibûn derxistin û got: "Li vê goristanê cenaze ji gorê hatin derxistin, gor bi kemçeyan hatin rûxandin û cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ev qas dem derbas bûye lê hê jî piraniya malbatan cenazeyên xwe wernegirtine. Ji bo vê rewş peyv têr nakin. Îzahiyata vê yekê ne di dîn de ne di ehlaqê de ne jî di nirxn mirovahiyê de heye."    Encu, anî ziman ku gor tenê ne ji ber bernav û flamayên li ser kêlikên goran tên rûxandin, ev tenê hincetek e. Encu, got: "Bi vê pêkanînên careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin. Ev rewşe tenê gelê kurd nerihet nake. Di mirovahiyê de jî cihê vê yekê tuneye. Ma ê mirovekî mirî çi zirarê bide we. Divê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hemû li dijî vê yekê bisekinin û bertek nîşan bidin."