Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake 2020-04-30 09:56:36   ENQERE - Sekreterê Giştî ye TTB'ê Dr. Bulent Nazım Yilmaz, plana hikûmetê ya piştî cejnê her tiştî asayî û normal bike rexne kir û got "Hêj mirov nikare zelal bêje şewb hatiye kontrolkirin. Di vê rewşê de pêvajo nikare sistbûn û normalbûnê qebûl bike. Ku sist bibe dê dîsa şewb belav bibe."    Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona (Covid-19) heta niha li Tirkiyeyê 3 hezar û 81 kes mirin. 117 Hezar û 589 kes jî bi şewbê ketin.  Her rojê nêzî 100 mirov ji ber şewbê dimirin. Çend roj berê Serokomar Tayyip Erdogan got em ê piştî remezanê 2 cejnan bi hevre pîroz bikin û dê her tişt asayî bebe. Hikumeta AKP'ê dixwaze her tiştî asayî bide nîşan. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Bulent Nazım Yilmaz li ser pêvajoya şewbê ji ajansa me ya Mezopotamya re axivî.    Yilmaz, anî ziman ku li qadê kar dikin û li gorî çavdêriyên wan hêjmara nexweşan kêm bûye û wiha got: "Divê em li gorî dane û çavdêriyên zanistî nêzîk bibin. Me gelek caran ji Wezareta Tenduristiyê daneyên zanistî xwest. Lê me encam negirt. Niha der barê tabloya şewbê de em tam ne xwedî agahî ne. Divê li gorî bajaran, li gorî temen, li gorî kesên jiyana xwe ji dest dan û nexweyiyên wan ên din em xwedî agahî bin. Dibe ku li Stenbolê şewb hatibe sînorkirin. Lê ji bo bajarê din dibe ku ne wisa be. Ji mere agahiyên cuda tên. Ji ber ku agahî ne zelal in en nikarin agahiyan parve bikin. Em niha nizanin şewb ber bi kijan alî ve diçe."    'XUYA YE KU DEWLET DIXWAZE PIŞTÎ CEJNÊ HER TIŞTÎ ASAYÎ BIKE'   Yilmaz, da zanîn ku hikûmet û dewlet xuya ye ku dixwaze piştî cejnê her tiştî asayî bike û wiha axivî: "Divê mirov di vê mijarê de sist tev negere. Divê bername û plan pir zelal bê parvekirin. Divê tedbîran ji dest bernedin. Ji ber ku dîsa rîska vê şewbê zêde belav bibe heye. Niha mirov nikare bêje şewb hatiye ketiye kontrolê. Ji ber vê yekê mirov nikare sist bigire. Ji ber vê yekê tehamula pêvajoye ya sistiya tedbîran tune ye. Îro zêdeyî 3 hezar mirov ji ber şewbê mirin. Lê em dizanin ku gelek mirovên testa wan nehatin kirin û ji ber vîrûsa Covîtê mirin jî hene. Ji ber vê yekê em nikarin hêjmarê zelal bêjin. Em dikarin bêjin mirinên bi şik û guman wekî mirana ji ber vîrûsê nehat qebûlkirin."    Yilmaz, anî ziman ku malzemeyên parastinê ewil pir kêm hatin belavkirin û tedbîrê parastinê baş nehatin girtin û wiha got: "Ji bo tedbîr bên girtin û malzemeyên parastinê em têkoşiyan. Me ji Wezareta Tenduristiyê xwest, piştî wê di nexweşxaneyên cemaweriyê de hin piştektin çêbû. Li nexweşxaneyên taybet û kargeriyan hevalên me yên xizmetkarên tenduristiyê hêj bi zor û zahmet xwe digînin malzemeyên parastinê. Em carek din diyar dikin ku li cem hevalên xwe ne. Me ji wezaretê xwest ku hevalên me yên ji kar hatine avêtin dîsa li kar vegerin. Me xwest nexweşxaneyên taybet têxis xizmeta cemaweriyê. Heta 3 mehan teqawîtkirina hevalên me yên xizmetkarên tenduristiyê hatin qedexekirin. Destûra wan jî hat qedexekirin. Karker jî dikarin rojê bi heqê 39 TL derkevin destûrê.    QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN BIRYARA SIYASÎ YE   Yilmaz, anî ziman ku qedexeya derketina kolanan a dawiya hefteyê jî biryarek siyasî ye û wiha got: "Ev ne ji bo tedbîrên li dijî şewbê ye. Qedexe anîn roja 1'ê Gulanê. Ev yek em xistin nava fikaran. Ji ber wê rojê dê li çar aliyan karker derkevin kolanê û mafê xwe bixwazin. Bi vê qedexeyê rê li pêş pîrozkirina 1'ê Gulanê girtin. Mixabin di 1'ê Gulana 2020'an de em dibînin ku cudakariya di nava çînan de heye. Em dibînin ku ev bi destê îqtîdarê pêk tê. Newekheviya di nava çînan de, di heman demê de newekheviya di navbera tenduristiyê de ye. 1'ê Gulanê qedexe ne qedexe, divê her kes fikrên xwe parve bikin. divê bêtir li mafên xwe xwedî derkevin."    MA / Zemo Aggoz