Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin 2020-04-30 10:09:10   ÎZMÎR – Mehmet Salîh Fîlîz ê li Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê tê ragirtin û bi nexweşînên penceşêr û jana zirav lê geriyaye diyar kir ku êşên wî û xwînbûn didome û rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe.   Mehmet Salîh Fîlîz ê temenê wî 23 salî ye niha li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê tê ragirtin. Demek dirêje nexweşînên penceşêr û jana zirav (werem) lê geriyaye û ji ber van nexweşînan rewşa tenduristiya wî her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe. Salîh Fîlîz di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê bi keke xwe Şêxmûs Fîlîz re axivî û behsa rewşa xwe kir.   ‘EZ DIÊŞIM DENGÊ MIN BIBIHÎZIN’   Salîh Fîlîz ê bi rêya birayê xwe dengê xwe ragihand diyar kir ku rewşa tenduristiya wî nebaşe û bi şev ji ber êşê û xwînbûna zêdeyî îdare nake û di demên dawî de ji ser hişê xwe diçe. Fîlîz da zanîn ku beriya vîrûsa koronayê were Tirkiyê wî birine nexweşxaneyê û wiha got: “Ji wê deme ve min nebirine nexweşxaneyê û divê bijîşk bihata nexweşxaneyê lê wî jî naynin. Derziya min a bi navê ‘emtîa’ qediyaye. Dema wî derbas bûye. Lazime dermankirinek nû ji bo min bi sepinin. Lê ji ber ku derziya min qediyaye nikarim biçim. Ji ber şewba koronayê ez di grûba rîskê de cih digirim. Ez berdana xwe daxwaz nakim, lê bele qet nebe ez dixwazim destûra mafê min a dermankirina min were dayîn. Bi vî awayî her roja ku diçe rewşa min ber bi nebaşbûnê ve diçe. Bila her kes dengê min bihîze.”   ‘LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’   Kekê Fîlîz, Şêxmûs Fîlîz jî destnîşan kir ku pêwîste demildest dermankirina birayê wî pêk were û wiha got: “Divê daxwaza birayê min a însanî û mafdar were cih. Tiştek were serê birayê min berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin û desteserkirin. Ev yek li dijî mafê mirovan e. Me xwest ku yasaya înfazê ji bo her kesî wekhev bikeve meriyete. Lê bele wisa nebû. Hêvîdarim wê dadgeha destûra bingehîn wê biryarek baş bide û hemû girtî werin berdan.”