Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin 2020-04-30 13:18:13   ENQERE – Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Enqereyê Tayfûn Gorgun diyar kir ku Walîtiya Enqereyê ji wan xwestiye ew 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û ev nêzîkatiya Walîtiyê nayê qebûlkirin.   DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB û gelek rêxistinên din ên kedê têkildarî Cejna Karkeran 1’ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li ser medya civakî pêk hat. Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Enqereyê Tayfûn Gorgun bi bîranîna kedkar û karkerên di oxira têkoşîna ked, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftinê kir û got ew hemû karker û kedkaran silav dikin. Gorgun da zanîn ku ew bi pergalek nû ya civakî dixwazin û dê têkoşîna wan berdewam bike. Gorgun diyar kir ku Walîtiya Enqereyê ji wan xwestiye ew 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û ev nêzîkatiya Walîtiyê nayê qebûlkirin. Gorgun xwest her kes di 1’ê Gulanê de derkeve şaneşîn û şibakên malên xwe û saet di 21.00’an cejna karker û kedkaran pîroz bike.