HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin 2020-04-30 13:36:02   AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyad Ceylan, têkildarî geşedanên dawî û 1'e Gulanê daxuyanî da û got: "Ji bo ku em taviya dînamîkên civakê ji van desthilatdarên ceberrût û zalim, neyarê civan û nirxên jinê, neyarên ekosîstemê neyarên bawerî û Kurd û tevahiya gelên bindest xilas bibin divê civak, Kurd, bindest, kedkar û karker, ciwan, jin, bawermen çi dibe bila bibe yekîtiya xwe ava bikin. Civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, têkildarî geşedanên dawî û 1'ê Gulanê li ber avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Pankarta "Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê têkoşîna me ya ked, edalet, demokrasî û azadiyê didome" vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyad Ceylan daxuyanî xwend û wiha got: "Em 1’ê gulana 2020’an di bin bandora kriza siyasî, aborî, civakî û vîrusa koronayê de pêşvazî dikin. Ji bo ku desthildariya heyî û brokrasiya dewletê li ser esasê înkarê, tune hasibandinê nêzîkahî li pirsgirêka Kurd dikin, li kijan deverê dibe bila bibe li Tirkiyê li Bakurê Kurdîstanê an jî li parçeyên Kurdîstanê yên din an jî li rojhilata navîn li ser navê Kurda çi hewldan, pêşketin, rêxistinî an jî xebat tê lidarxistin rastê êrîşên cur bi cur û ên pir tund tê. Ji ber van êrîşan bi dehan salane qada Tirkiyê û tevahiya erdnîgariya Kurdan buye qada şer. Îqtîdara heyî tevahiya aboriya Tirkiyê kiriye xizmeta şerên li hember Kurdan."   TIŞTA LI TIRKIYE PÊŞ DIKEVE DI ASTA DÎKTATORÎ Û FAŞÎZMÊ DE YE'     Ceylan, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdara Tirkiye ya li dijî gelê Kurd û wiha lê zêde kir: " Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aşîtiyane, siyasî û demokratîk nayên çareserkirin û li ser esasê ewlehiyê û bi tundiyê nêzikahî lê tê kirin; her hewldanên li Bakur û Tirkiyê tên kriminalizekirin. Ji ber vê yekê naha di hêla civakî de tiştê ku li Tirkiyê tê jiyîn di asta dîktatorî û faşîzmê de ye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ferzkirina şer li Kurdan û li hêzên demokratîk, pilîtîkayên ewlehî û ewlekariyê û meşandina wan ya li hember civakê bixwere qrîzên pir mezin derxist holê aboriya civakê têk bir, aştiya civakî têk bir, lingên demokratîkbûnê û demokrasiyê yên kû hebûn jî têk çû."    'JI BER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE DEMOKRASÎ PÊŞ NAKEVE'    Ceylan, da zanîn ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd demokrasî nayê avakirin û wiha berdewam kir :"Ji ber tunebûna demokrasiyê kes nikare behsa pirsgirêka Kurd bike û pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.  Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, nêzîkahiyên antî demokratîk û faşizane bixwere qrîzên pir mezin li Tirkiyê û Kurdîstanê afirand, ekonomiya Tirkiyê ji bo ku ketiye xizmeta şer piraniya butça Tirkiyê ji şer re tê veqetandin, aboriya mayî jî ji bo kû ji hêla îqtîdara heyî ve keyfî, gor berjewendiyên xwe û derdora xwe bikartînin û anîn ekonomiya civakê têk çû naha tevahiya beşên civakê di nav qrîzeke mezin de dijîn, ji gundiyan bigrin heta esnafan, ji esnafa bigrin heta tavahiya kedkar û karkeran di nav vê qrîza hanê de hatina perîşankirin û di asta feqîrî û birçîbûniyê de dijîn. Asta bêkaran gihaye ji %’ê 30’an ku teqabulê bi milyonan kesan dike nikarin lokmeyek nan bibin mala xwe."    'SEDEMA VÎRÛSÊ PERALA KAPÎTALÎST E'    Ceylan bal kişand ser şewba li Tirkiyeyê û cîhanê jî û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê qrîza vîrusê kû naha li cîhanê û li Tirkiyê tê jiyîn ji ber xwe da derneket holê. Ji ber kû zihniyeta qapîtalîst û netewe dewletê civak qetil kir, xweza talan kir, aboriya cihanê ji civak û gelan stand kir destê şîrketan,bo ku çandinî hat qetilkirin ya mayî jî hat jehrîkirin, bo ku bi milyonan kes di bajarên metropol û megapol  da hat hepiskirin yanî hem bi genên civakê hem jî bi genên tovên piraniya xwurekên pêvîst hat leyistandin ev nexwaşî derket.  Ji bo ku tenduristiya civakê hat tunekirin, hat qetilkirin, tenduristî bû qadeke ticaretê û rantê û civak bê parastin ma ev nexweşî derket û derdikevin. Naha tiştên ku li cîhanê û li Tirkiyê li ser navê têkoşîna li hember vîrûsa koronayê tê kirin raste li ser navê parastina civakê û ji bo civakê xuyaye tê kirin lê rastî ne eve. Tiştên ku naha tên kirin ji parastina civakê û tenduristiya civakê wêdetir,parastina şirketan,parastina burjuvayan, parastina dewletan û parastina îqtîdarane  li hember civakê.   EM CIVAKA DEMOKRATÎK AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN'    Ceylan li ser girîngiya têkoşîn û yekîtiyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Divê em tevahiya beşên civakê Kurd, elewî, kedkar, karker û tevahiya bindestan û mexdûrên ve dîktatoriyê qebûl bikin kû heta pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku demokrasî li Tirkiyê neyê avakirin û hetanê em ji van siyasetên faşîzane neyên xilaskirin ewê her daîm emê di nav qaos, qrîz, zulm û bêedaletiyê de bijîn. Ji bo ku em taviya dînamîkên civakê ji van desthilatdarên ceberrût û zalim, neyarê civan û nirxên jinê, neyarên ekosîstemê neyarên bawerî û Kurd û tevahiya gelên bindest xilas bibin divê civak, Kurd, bindest, kedkar û karker, ciwan, jin, bawermen çi dibe bila bibe yekîtiya xwe ava bike, metodên dewlemend biafirîne bi rê û rêbazên demokratîk têkoşînê bilind bike. Wê çaxê emê karibin aştiya civakî, civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin. Bijî 1’ê Gulanê roja karker û kedkaran ya navneteweyî, hevkarî û têkoşînê."