Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da 2020-04-30 14:40:04   AMED - Mevlude Haran a 4 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan û gundê wê Huseynik di salên 90’î de hat şewitandin û neçar ma ku koçî bajêr bike, jiyana xwe ji dest da.   Dayika 4 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de winda kirin Mevlude Haran a 97 salî ya goma wan Çelebî girêdayî gundê Huseynik a navçeya Lîcê ya Amedê di salên 90’î de hat şewitandin û neçar ma ku koçî bajêr bike, jiyana xwe ji dest da. Dayika Mevlude Haran ev demek dirêjbû ji ber nexweşiyên xwe yên giran di nava nivînan de bû. Malbatê, cenazeyê Haran li Goristana Yenîkoyê, piştî wecîbeyên olî defin kirin. Ferdên malbatê di merasîma cenaze de, ji ber vîrûsa koronayê mesafeya di navbera xwe de parastin.   Malbata Haran piştî gundê wan di sala 1994’an ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin neçar man ku koçî Amedê bikin. Mevlude Haran, 4 zarokên xwe di demên cuda de di têkoşîna azadiya gelê kurd de winda kirin.   Hevjînê Mevlude Haran Mehmet Haran jî, di 92 saliya xwe de, di sala 2013’an de çûbû ser dilovaniya xwe.