Li Hatayê fikare ji bo penaberan 2020-05-01 09:01:36   HATAY - Hevseroka Şaxa SES a Hatayê Meryem Avci, anî ziman ku divê testên xebatkarên tenduristiyê bi awayekî rêk û pêk bên kirin û got, haya wan jê tuneye ku ji bo penaberên li bajêr tu xebatek hatiye kirin an jî tê kirin.    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) a Hatayê Meryem Avci, tevdîrên li dijrî şewba Covîd-19'yê tên girtin û rewşa kedkarên tenduristiyê nirxand.    Avci, diyar kir ku li bajêr nexweşxaneyên pandemiyê Nexweşxaneya Dewletê ya Hataym, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînî ya Zanîngeha Mûstafa Kemalê û Nexweşxaneya Dewletê ya ya Îkenderûnê ye. Avci, anî ziman ku li seranserê bajêr hejmara pêkhatiyan di ser 100 re ye û got, piraniya kesên pê ketine li malê tên şopandin û ji ên li nexweşxaneyê jî hin jê baş bûne û hatine tabûrcîkirin.    Avci, anî ziman ku tenduristî karê ekîbê ye û got, lê belê xebatkarên paqijiyê, ewlehî, hemşîre, bijîşk û xebatkarên din wekî hev nayên dîtin û cihêkariyek heye. Avci, diyar kir ku mînaka vê yekê ya berbiçav jî tehsîlata pêvekî ye. Her wiha Avci, diyar kir ku hê jî li hin nexweşxaneyan ekîpmana parastinê tuneye û got, diviya xebtkarên tenduristiyê bi awayekî rêk û pêk bihatan testkirin, lê belê tenê ya ên nîşaneyên nexweşînê bi wan re hene kirin. Avci, got: "Daxwaza me ew e ku pênc rojan carekê bi awayekî rk û pêk xebatkarên tenduristiyê bên testkirin."    Avci, got: "Em gel divê li gor pîvanên îzolasyonê tev bigerin, di mal de bimînin û di heman demê de divê em daxwaz bikin ku ji bo em di malde bimînin divê pêdiviyên me bên peydakirin."    Her wiha Avci, bal kişand ser rewşa penaberên li bajêr jî û got, herî zêde penaber bandor ji şewbê girtine. Avci, destnîşan kir ku ji be rbi wan re agahî nayên paarvekirin nizanin ka rewşa penaberên li bajêr çi ye û ka di vî warî de xebatek ji wan hatiye kirin an na û hejmara kesên bi şewbê ketine çend û kesên nû pê dikvein hene yan ne. Avci, bilêv kir ku ji ber vê yekê fikarên wan ên der barê penaberan de zêde bûne.    MA / Hamdullah Kesen