3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene 2020-05-01 09:02:37   EDENE - Li Girtîgeha Jina ya Bunyanê Merve Aydogan a bi nexweşîna çolyakê ketiye, Nazli Solgûn û Rojda Tokçû ji ber ku nîşaneyên vîrûsê bi wan re hebûne ji 22'yê Nîsanê ve di karantînayê de ne. Heya niha her sê girtî nehatine testkirin.    Li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê, girtiya nexweş Merve Aydogan a bi nexweşîna çolyakê ketiye, di 3'yê Nîsanê de nîşaneyên vîrûsa coronayê pê re çêbûne, lê belê ji wê rojê heya niha nehatiye tedawîkirin. Her wiha Aydogan tevî Nazli Solgûn û Rojda Tokçûyê ji 22'yê Nîsanê ve di heman qawîşê de tê karantînakirin. Her sê girtî ji ber nedîtinê, êşa qirikê û bêhaliyê diçin revîra girtîgehê, lê bellê ji ber ku li revîrê muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin tedawiyê qebûl nakin û wan dixin heman qawîşê. Her wiha heya niha her sê girtî nehatine testkirin jî û ji wê rojê ve di karantînayê de ne.    Merve Aydogan, bi rêya telefonê tiştên bi wan re rû bi rû mane û hatine serê wan ji xwişka xwe Şukran Aydogan re gotin. Aydogan, diyar kir ku hê jî nîşaneyên vîrûsê pê re hene û got, ji 22'yê Nîsanê ve di karantînayê de ye. Aydogan, got: "Hê jî baş nabînim. Hê jî dilê min dixele, gêja min diçe. Nikarim tiştekî bixwim. Di 28'ê Nîsanê de êvarî verişiyam, xwîn ji qirika min hat. Hevalên min gazî gardiyana bi navê Ezgî kirin ku bi revîrê re eleqedar dibe, lê pir dereng hat. Gava hardiya Nîlgun û gardiyan Ezgî hatin dîtin rewşa min pir xirab e, li nebza min mêze kirin.    ‘WÊ TEST NEYÊ KIRIN'    Ji ber nebez amin pir xirab bû min li ser ereboka biterk kirin û bi ambulansê birin nexweşxaneya li girtîgehê. Min got, hefteyeke bênavber vedirişim. Bi qasî tê bîra min derman dan û serûmek li min xistin. Paşê bêyî ku tiştekî bêjin dîsa ez birim qawîşê, xistim karantînayê. Ji ber ku fermana Wezareta Dadê ye, test nayê kirin. Em terkî mirinê kiri."    Akdogan, bilêv kir ku garidyan bi awayekî faşîzan tev digerin û got: "Hege rtiştek bê serê min berpirsiyar midûr û gardiyan in. Me bi girtekan tehdîd dikin."    Her wiha Aydogan, anî ziman ku daxwazname û nameyên wan tên desteserkirin û bi vî hawayî pêwendiya wan a bi derve re tê qutkirin.