Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir 2020-05-01 11:03:35     ENQERE – Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya ji Kedê Berpirsyar Şaziya Kose, bal kişand ser gotina qada kedê “pergaleke nû ya civakî” û ev tişt got: “Di bin navê qarantînaya şewbê de qarantînaya siyasî ava dikin. Em rêya sêyemîn pêşniyar dikin û dibêjin ku em ê jiyana xwe bi rê ve bibin.”   Li seranserê Cîhanê, îsal ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê bi girseyî nayên lidarxistin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û pêkhateyên 1’ê Gulanê, wê 1’ê Gulanê bi daxwaza “pergaleke nû ya civakî” pîroz bikin.   DAXWAZ BI ŞEWBÊ CUDA BÛNE   Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya ji Kedê Berpirsyar Şaziya Kose, diyar kir ku daxwaza herî mezin a karkeran naxwazên ku dema dixebitin bimirin û wiha got: “Sal in dûr û dirêj in, em bandora polîtîkayên neo-lîberal ên li ser karkeran, binpêkirinên mafan û daxwazên karkeran tînin ziman. Em daxwaz bi şewbê hinek cuda bûn. Mînak, em dibêjin navber bidin hilberînê. Daxwaza destûra bi pere heye. Lê desthilat vê daxwazê paşguh dikin. Daxwazên sermiyan bi cih tînin.”   KARKER KIRION DUBENDIYÊ   Kose, destnîşan kir ku bi vîrûsê polîtîkayên neparastina kedkar û karkeran ên desthilatan derketine holê û ev tişt anî ziman: “Karkeran jî vê rewşê dît. Karkeran bi dubendiya “li malê bimîne ji birçîna bimira biçe karkgehê ji şewbê bimire” re rû bi rû dihêlin. Qîrîneke kûr heye, ya vê qîrînê di nav dilê me de biteqe û me tune bike yan jî wê me ber bi rêyeke din ve bibe. Kedkarên bi rêxistinkirî hindek be jî ji mafên xwe sûd werdigirin lê karkerên bê sendika mafên wan ji tên rakirin. Bi vê vîrûsê ev jî derket holê. Wê karker bi 1’ê Gulanê re ji bo rêxistinbûnê gav bavêjin.”   PÊŞNIYARA RÊYA SÊYEMÎN   Di berdewama axaftina xwe de Kose, bal kişand ser gotina qada kedê ya “pergaleke nû ya civakî” û got ku ev gotin dişibe gotina HDP’ê ya “em ê jiyaneke nû biafirînin” û ev peşniyar kir: “Pergala otoriter ku tê xwestin bê avakirin, hewl dide xwe temam bike. Di bin navê qarantînaya şewbê de dixwazin qarantînaya siyasî ava bikin. Heke em hêza bidin hev û em dikarin firsendê nedin vê yekê. Peywira me ya yekemîn ew e ku divê em destûr nedin ev pergal xwe temam bike. Heke ev pergal xwe temam bike wê kedkar û karker gelek windahiyan bidin. Em li vir rêya sêyemîn bi rêxistin dikin, em ê jiyana xwe bi rê ve bibin. Piştî 1’ê Gulanê divê rêxistinên ked û pîşeyî, rêxistinên girseya demokratîk û partiyên siyasî bên gel hev û pergala nû ya civakî nîqaş bikin û bigihînin encamê.”   MA / Berîvan Altan