Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin 2020-05-01 12:49:42   ENQERE - Wezareta Dadê di çarçoveya tedbîrên vîrûsa corona de qedexeya ziyaretên li girtîgehan 15 rojên din taloq kir. Malbat û parêzer dê heta 15'ê Gulanê nikaribin biçin bi girtiyan re hevdîtinê bikin.   Wezareta Dadê bi hinceta tedbîrên li dijî vîrûsa coronayê qedexeya ziyaretên li girtîgehan a bi girtiyan re heta 15 rojên din taloq kir. Wezareta Dadê li ser pêşniyarên Lijneya Zanistî ya Vîrûsa Coronayê qedexeya ziyaretên malbat û parêzeran ên bi girtiyan re heta 15'e Gulanê dirêj kir. Ji ber vê yekê malbat û parêzer dê heta 15'ê Gulanê nikaribin bi girtiyan re hevdîtin bikin. Wezaretê anî ziman ku ne rewşên mecbûrî be dê ziyaret pêk neyên. Berê jî wezaretê heta 30'ê Nisanê qedexeya ziyaretan dirêj kiribû. Malbat û parêzer ji 13'ê Adarê heta niha nikarin biçin girtiyan ziyaret bikin.