Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn 2020-05-01 15:40:30   STENBOL - 15 rêveberên sendîkayên girêdayî DÎSK'e ku 1'ê Gulanê pîroz kirin û hatin binçavkirin, piştî îfade dan; polîsan ew bi maşîneyan birin malên wan. Midûriyeta Polîsan piştî îfadeya 15 rêveberên DÎSK'ê girtin bi hinceta qedexeya derketina kolanan îhlal kirine 47 hezar û 730 tl cezayê pereyan birî.    Nûnerên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê biryar dan ku îsal ji ber şewba vîrûsa corona karker li cihên xwe yên kar, fabrîqe, kargerî, kolanên xwe û eywanên xwe 1'ê Gulanê Roja Karkeran pîroz bikin. Îro serê sibê heyetek sendîkayan ku di navde Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî heye xwestin bi awayekî sembolîk kesên di sala 1977'an de li qada 1'ê Gulanê jiyana  xwe ji dest dane wan bibîr bînin. Heyetê xwest bi awayekî sembolîk li peş Bîrdariya Taksimê 1'ê Gulanê piroz bikin. Dema heyetê xwest bimeşin Taksîmê polîsan rê li pêş Çerkezoglu û rêveberen sendîkayê girtin û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî di navde 15 sendîkayî binçav kirin. Pişti 15 sendîkavan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê û îfadeya wan girtin, bi hinceta "Pergala cemaweriyê xera kirine û qedexeya derketina kolanan ihlal kirine, li her kesekê-î 3 hesar û 1820 lira ceza birî. Polîsan bi giştî li 15 kesan 47 hezar û 730 tl ceza birî.    Sendîkavanên ku îfadeya wan hat girtin û birin nexweşxaneyê. li şûna wan berdin dîsa birin midûriyeta polîsan. Parlamenterên HDP, CHP û TÎP’ê jî ji bo wan pêşwazî bikin çûn ber Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Lê 15 kesên hatibûn binçavkirin di deriyê piştre li maşîneyên polîsan suyar kirin û bi maşîneyên polîsan birin malên wan.