Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin 2020-05-01 16:16:08   ÇEWLÎG - Li Çewlîgê, kêlên gelek gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin rûxandin. Leşkerên kêlên goran şikandin, li malbatên wan geriyan û ji wan xwestin ku kêlan ji holê rakin.   Li gundên Karer a navçeya Azaxpêrt û Îbrahîman a girêdayî Çewlîgê, gorên HPG’iyan ê di demên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin parçekirin. Leşkeran kêlên goran şikandin û dûre li malbatan geriyan û ji wan re gotin werin rakin.   QEREQOL: KÊLÊN GORAN KÎ ÇÊKIR?   Qereqolê di 14’ê Nîsanê de, bangî ferdên malbata Sevda Serînyel a HPG’î ya di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Karer hatibû definkirin, kir. Fermandarê qereqolê ji xizmên Serînyel pirsa “Kêlê gorê kî çêkir, gelo malbatê çêkir?” kir û ji malbatê xwest ku kêlê gora Serînyel bişkîn in. Ferdên malbatê ev daxwaza fermandarê qereqolê qebûl nekirin û gotin: “Li ser kêla gorê tiştekê sûc be tuneye.” Ferdên malbatê bi vî awayî şikandina kêlên gorê redkirin.   NIVÎSA LI SER KÊLÊN GORÊ HATIN JÊBIRIN   Leşkeran piştî vê rewşê nivîsên “Ji bo jiyanê em çiqas mirin” û “Mercan” ên li ser kêlên gora Sevda Serînyel a HPG’î jêbirin, tenê wêneyê wê, paşnav û navê wê, dîroka dayikbûn û mirina wê hiştin.   LI BER GORÊ NOBETÊ DIGIRIN   Leşkeran piştî kêlên gora Serînyel rûxandin, bi telefonê her tim li malbatê geriyan û ji malbatê xwestin ku wêneyê wê jêbikin. Ferdên malbatê ji bo ku carek din leşker êrîşî gora keça wan neke, li ber gorê nobetê digirin.   XWESTIN TUNE BIKIN   Di heman demê de, leşkeran kêlên gorên hin HPG’iyan ên li gundê Îbrahîman a girêdayî navenda Çewligê û derdora gundê Karer rûxandin. Leşkeran dûre li malbatan geriyan û ji wan xwestin ku kêlên şikandine ji holê rakin.