Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin 2020-05-02 09:00:53   EDENE - Dosyeya siyasetmedar û melayên ku ji ber çalakiyên îna sivl û konê çadirê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li wan hatibû birîn ji DMME'yê re hat şandin.    Li Edeneyê di sala 2011'an de Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Erka Taybet di bin navê "Operasyonên KCK'ê de" di navbera 5-10 salan de ceza li 16 kesan birîbûn. Yek ji van kesan jî Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Edeneyê Mehmet Zekî Karataş û hin mela bûn.Ceza di sala 2013'an de hatibû birîn û Dadgeha Bilind jî di sala 2014'an de erê kiribû.    Parêzer Yasemîn Dora Şeker dosyeya Serokê BDP'a Bajêr Karataş, rêvebirên partiyê Mehmet Tayyîp Yildiz û M. Cîhan Kiran û mela Mehmet Bozhan û Îsa Tûran di sala 2014'an de şandibû Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Şeker, diyar kir ku mafê darizandina adil, rêgeza cihêkarî û wekheviyê, mafê fikar ûûramanê,azadiya dîn û baweriyê ya muwekîlên wê hatiye binpêkirin.    Lê belê AYM'ê serlêdan qebûl nekir û parast ku tu binpêkirin çênebûye. Piştî AYM'ê serlêdan red kir, parêzer Şeker jî bi daxwaz jinûvedarizandinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.    Parêzer Şeker destnîşan kir ku dozên KCK'êkompasek in ûgot, beşdarbûyîna muwekîlên wê ya kampanyaya bêîtaatiya sivîl, nimjên îna sivîl û çûyîna wan a kona çareseriyê ya li Taxa Şakirpaşayê sûc hatiye ehsibandin. Şeker, bibîr xist ku Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Edeneyê bi awayekî nedali cezayên giran li muwekîlên wê biriye.    Her wiha Şeker, anî ziman ku ên ev lêpirsîn dabûn destpêkirin û dadgerên ceza birîbûn bi hinceta "Endamê Cemaeta Fethûllah Gulen" in hatine îxrackirin û girtin û Dadgehên Erka Taybet jî di sala 2014'an de hatine girtin û got: "Loma ev biryar bêhikm in."    MA / Hamdûllah Kesen