Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2020-05-02 09:01:23   MÊRDÎN - Aynûr Aşa, anî ziman ku meh û nîveke hevdîtin bi hevjînê xwe Hasan Aşa yê di Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Amedê de çênekiriye û got, hevjînê wê nexweş e û ji ber ku şewb belav bûye bifikar in.    Bi qanûna înfazê ya nû re bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan, lê belê çendî ku xetereya şewba Covîd-19'yê heye jî bi deh hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de hatin hiştin. Yek ji van girtiyan jî Hasan Aşa yê 55 salî ye ku di Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Amedê ye. Aşa, 6 sal in girtiye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 13 sal û 6 meh ecza lê hatiye birînin û nexweş e.    Hevjîna wî Aynûr Aşa ya 42 salî, anî ziman ku herî dawî meh û nîvek berê bi hevjînê xwe re axifiye û got, ji roja ku hevjînê wê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî girtîgeha nha tê de ye hatiye kirin neaxifiye. Aşa, diyar kir ku çavên hevjînê wê baş nabînin, heftê herî kêm 3 caran dikeve makîneya diyalîzê. Aşa, diyar kir ku heger nekeve vê makînê wê hevjînê wê bimire û got, hem çavê wî baş nabînin hem jî guhên wî baş nabihîsin. Aşa, anî ziman ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye hevjînê wê.    Aşa, bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû jî fa û got: "Demildest divê di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî girtiyên siyasî hemû bên berdan. Carinan gava em diçin nexweşxaneyê li wir em leqayî girtiyên nexweş tên. Em dibînin bê rewşa wan çawa ye. Mirov tehemil nake. Divê girtiyên nexweş bên berdan."