Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin 2020-05-02 12:19:19   STENBOL - Li gorî sala par îsal meha Adar û Nîsanê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin. Li gorî daneyan herî zêde di 20'ê nîsanê de mirov mirin. Di 20'ê nîsanê de 399 mirov li Stenbolê mirin.    Li Stenbolê piştî vîrusa corona belav bû, rêjeya mirinê jî zêde bû. Li Stenbolê rêjeya mirinê derket ji sedî 60’an û vê yekê bal kişand ser xwe. Li gorî qeydên Serokatiya Daîreya Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) rêjeyên mehê Adar û Nîsana 2019'an û meh Adar û Nîsana 2020'an zêdebûn pir e. Li gorî sala par îsal meha Adar û Nîsanê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin. Li gorî daneyan herî zêde di 20'ê nîsanê de mirov mirin. Di 20'ê nîsanê de 399 mirov li Stenbolê mirin.