Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze 2020-05-02 12:20:59   ENQERE – Di çarçoveya tevdîrên koronayê de ku tê gotin dê dîroka YKS’ê hildin meha hezîranê xwendekaran xist tevgerê. Xwendekaran kampanya dan destpêkirin û milyonek tweet belav kirin.   Bi sed hezaran xwendekar xwe ji bo Azmûnên Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) amade dikin. Îdiaya ku dê “Azmûn dê taloqî meha hezîranê were kirin” bû sedema berteka xwendekaran. Ji ber şewba vîrûsa koronayê azmûnê ji 20-21’ê hezîranê taloqî 25-26’ê tîrmeh3e hatibûn kirin. Dîsa hat gotin ku dê ezmûn di meha Hezîranê de pêk were. Heta niha ji bo dîroka azmûnê ku di hezîranê de pêk were Saziya Hindekariya Bilind (YOK) daxuyaniyek fermî nedaye û bêdengiya xwe diparêze.   DEST NEDE DÎROKA YKS’Ê   Xwendekaran têkildarî dîroka azmûnê li ser medya civakî nerazîbûnên xwe nîşan dan û kampanya bi etîketa “#ykstarihinedokunma (#destnededîrokayks)” dan destpêkirin. Heta niha ji milyonekê bêtir tweet hatin belavkirin û dixwazin azmûn di 25-26’ê tîrmehê de pêk were.   EGÎTİM SEN: DIVÊ EWILÎ XWENDEKAR SILAMET BIN   Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Ozgur Bozdogan jî têkildarî mijarê ji ajansa me re got: “Îqtîdara siyasî li gorî xwe biryaran dide. Têkildarî vê mijarê fikra me û wan naşibe hev. Li gorî me divê beriya her tiştî başî û silametiya xwendekaran li pêş çavan were girtin. Divê dîroka azmûnê ya taloqî tîrmehê kirine neye guhertin.”   MA / Emrullah Acar