Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin 2020-05-02 12:45:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ragihand ku hêzên rejîma Îranê 2 roj in keça wî bajar bi bajar digerînin û ew ji ber rewşa keça xwe bi fikar e. Bav anî ziman ku Celaliyan dema di otomobêlê de telefan wî kiriye û diyar kiriye ku wê ber bi Tahranê ve dibin.   Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê weşandiye, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku cezaya muebeta giran lê hatibû birîn, di roja 28'ê Nîsanê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin. Duh bavê Celaliyan, Elî Celaliyan li ser mijarê agahî da Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê û got; “Şeva borî Zeneb Celaliyan dema ku di otomobêlê de bû telefona min kir. Celaliyan ji min re got ku ji duh ve min çav girtî, ji zindanê derxistine û birine zindanek Urmiye û Kirmaşanê. Lê ji ber wan zindanan min werne girtine, hêzên rejîmê niha min dibin Tahranê. Dema em di axivîn, telefon qut bû û êdî telefon nehat kirin.”   Elî Celaliyan nerazîbûna xwe a hemberî rewşa keça xwe anî ziman û wiha got: “Her tişt ne asayiye. Ji bo çi ji nişka ve ji zindanê veguhestin? Ji bo çi bê bernameyek bibin zindana Urmiye û Kirmaşan? Ji bo çi peywendî bê ku were zelal kirin, qût bû? Dixwazin ji bo me çi peyam bidin? Ez ji vê senaryoya metirsîdar nerazîme. Zeyneb ji min re got ku 2 roje di nava otomobêlê deye û wê bajar bi bajar digerînin.”