Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan 2020-05-02 13:15:57   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa 14 girtiyên nexweş ên li gel ku rapora wan “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî nayên berdan û xwest demildest werin berdan.     Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di hefteya 295’emîn a çalakiya heftane de bal kişandin ser ewşa 14 girtiyên nexweşên giran ên li girtîgehên cuda.   Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku ew ji ber koronayê nikarin çalakiya girseyî li dar bixin. Çevîrmen diyar kir ku ji cihên herî bi rîsk ên ji bo koronayê girtîgeh in û got: “Li girtîgehan tevdîrên ji bo girtiyan kêm mane. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê ya herî dawî li 4 girtîgehên cuda 120 girtî bi koronayê ketine.”   Çevîrmen da zanîn ku li gel ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” ji bo 14 girtiyên nexweş dane jî lê nayên berdan.   Çevîrmen derbarê van 14 girtiyên nexweş de agahî da û nexweşînên wan rêz kir. Navê girtiyên nexweş wiha ne: Ahmet Silik 75 salî ye, Denîz Yildirim, Îsmaîl Yilmaz 66 salî ye, Sabrî Kaya, Medenî Tarlan, Dîcle Bozan, Hasan Alkiş, Engîn Aktaş, Abdullah Turan, Serdal Yildirim, Îdrîs Başaran, Kazim Avci, Mehmet Emîn Ozkan 78 salî ye, Siddik Guler 80 salî ye.   Çevîrman got ev girtî hemû nexweşînên wan giran in û divê demildest werin berdan. Çevîrmen anî ziman ku ji bo van girtiyên nexweş cudakarî tê kirin.