Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’ 2020-05-02 13:40:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Bajar a Silêmaniyê, biryar da ku ji bo derbasbûna ‘xwerêveberiyê’ komîsyonek bê avakirin. Komîsyon, wê ji bo projeke nenavendî peşnûmeyek amade bike. Bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê, xwe ji îlankirina “xwerêveberiyê” re amade dike. Meclisa Silêmaniyê ku giranî ji Yekitiya Niştîmana Kurdistanê û Tevgera Goran pêk tê, biryar da ku ji bo derbasbûna ‘xwerêveberiyê’ komîsyonek bê avakirin.   Meclisê, di sala 2017’an de jî projeya nenavendiyê erê kiribû û daxwaz kiribû ku ji hêla îdarî û malî ve bajar derbasî statuya xwerêvebirinê bibe. Di rûniştina 23’ê nîsanê de jî meclisê, bi îmzeya 14 endaman daxwaz kiribû ku rayeya lêkolînên hatin û lêçûnê û maliyeya bajar ji walitiyê re bê hiştin. Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP), rûniştina gotina mijarê boykot kiribû û tevlî nebûbû.   DEST BI XEBATÊN PÊŞNÛMEYÊ TÊ KIRIN   Serokê Meclisa Bajar a Silêmaniyê Azad Muhammed Emîn, têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku di rûniştina 30’ê nîsanê de biryar dane ku ji bo amadekirina pêşnûmeya xwerêvebirinê komîsyonek bê avakirin. Emîn, destnîşan kir ku ji bo Sîlêmanî ji hêla îdarî û malî ve derbasî statuya xwerêveberinê bibe, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re daxwaznameyek nivîsandine û komîsyona ku ji 9 endamên meclisê yên partiyên cuda pêk tê, dê hefteya pêş dest bi xebatên pêşnûmeyê bike.   WÊ BARÊ HERÊMÊ BÊ SIVIKKIRIN   Emîn, da zanîn ku dê xwerêvebirinê dê hem barê bajar û hem jî barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sivik bike û wiha got: “Bi vî awayî em ê ji gelek aliyan ve qezenç bikin. Wê carekê hatin û lêçûn zelal bibin. Wê hemû mesref zelal bên kirin. Wê pêşî li nelirêtiyê bê girtin. Wê hikûmet jî ji rexneyên li dijî xwe rizgar bibe.”