Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar 2020-05-02 14:35:04   MANÎSA - Operator Suleyman Yilmaz, li Manîsayê di kanek keviran de dema dixebitî ji bilindahiya 8 metreyan ket xwar û jiyana xwe ji dest da.   Li Navçeya Şehzadelerê ya Manîsayê operator Suleyman Yilmaz ê di kana keviran a taybet de kar dikir, hevsengiya xwe winda kir û ji bilindahiya 8 metreyan ket xwar. Yilmaz ê 48 salî di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Piştî karkeran 112 agahdar kirin, Serwîs hat cihê kar û dît ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye. Eskeran jî li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.