Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin 2020-05-02 15:41:53   STENBOL/ÎZMÎR - Endamên ÎHD’ê li Îstanbol û Îzmîrê, di daxuyaniyên dan de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û ji berdana girtiyan bang li hikumetê kirin.   Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê kişînin ser rewşa girtiyan çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a her heftê pêk tînin vê heftê jî dewam kirin. Çalakiya hefteya 423’emîn li ser hesabê medya civakî ya komîsyonê hat kirin. Komîsyonê di daxuyaniya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Engîn Aydinalp ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê girtiye.   ‘TERKÎ MIRIN KIRINE’   Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyanî da û wiha axivî: “Binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de tên jiyîn her roja diçe zêdetir dibin. Ji ber şewba vîrûsa jiyana girtiyan dibin rîsk û talûkeyek mezin deye. Di pêvajoya şewbê de girtiyên nexweş ên di koma rîskê de cih digirin, dermankirina wan tê astengkirin. Di gelek girîgehan de girtî bi şewbê ketin û jiyana xwe ji dest dan.”   NEXWEŞIYÊN AYDINALP ZÊDE BÛN   Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Engîn Aydinalp ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê dimîne û wiha got: “Aydinalp berî bê girtin, ji ber pençeşêra mejîpişt û ûra di pişta wî de tê emeliyatkirin. Ji ber vê felç dibe û nêzî 2 salan tedawî dibîn. Aydinalp 28 salin girtiye. Di girtîgehê de bi nexweşiyên werem û zatûre dike, ji kezeba xwe tê emeliyatkirin û hîna jî pirsgirên bêhn sandinê dijî. Divê Aydinalp bê emeliyat kirin. Lê ji ber şert û mercên girtîgehê ditirse ku felç bibe. Ji ber vê naxwaze bê emeliyat kirin. Her ku diçe rewş wî xirabtir dibe. Em dixwazin Engîn Aydinalp û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   ÎZMÎR   Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû. Komîsyonê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" a her heftê li pêş Sumerbank a Berê pêk di anî, vê heftê ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) bi nivîskî kir. Komîsyonê di daxuyaniya da de wiha got: “Ji ber şewba vîrûsê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Dermanên girtiyan nayin dayîn û girtî di vî warî de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê tedawiya wan di nivî de dimîne.”   Komîsyona bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû yê 58 salî yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê dimîne û wiha got: “Aksû heya niha 3 caran anjiyo bûye. Dîsa ji roviyê xwe yê mezin hatiye meleliyatkirin û emeliyat prostatê derbas kiriye. Nexweşiyên Aksû yên weke dil, kêmbûna gurçikan, KOAH û tansiyona bilinde hene. Ji ber vîrûsa koronayê tedawiya wî di nivî de maye. Ger tiştek bi girtiyan bê berpirsiyar dewlete. Ji bo ku ev rewş neyê jiyîn em dixwazin girtî bên berdan.”