Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir 2020-05-02 15:49:15     WAN - Meseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê ku ji partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civakî pêk tê, rapora xwe ya mehane aşkera kir.   Meseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê ku ji ber vîrûsa koronayê ji aliyên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civakî pêk tê, rapora xwe ya mehane ku têkildarî rewşa bajar û xebatên ji bo şewbê dikin amade kiribû, aşkera kir.   QARANTÎNA   Di rapore de rewşa dawîn a têkildarî weqa û qarantînayên li navçeyan wiha hat rêzkirin:   “* Li navçeya Ebexê qarantînaya li gundên Han û Zulfubûlak hatiye rakirin. Nexweşên vîrûsê tabûrcî bûne. Gundê Selexaneyê ketiye qarantînaya 4 rojan. Kesên bi guman li nexweşxaneya Erdîşê kirine qarantînayên. Keyayê gund ji peywirê hatiye giritin. * Li gundê Rûnexwer ê Seravê qarantîna rabûye û kesê nexweş tabûrcî bûye. * Qarantînaya li gundên Gunbaşi û Oveçliyê yên Payîzavayê didomin. * Li gundê Arnis ê Bêgiriyê qarantîna rabûye. Nexweşên vîrûsê tabûrcî bûne. Li gundê Dagorenê kesek li nexweşxaneyê di bin qarantînayê de de ye û 8 mal jî ji bo bergiriyê di bin qarantînayê de ne. * Li gundên Xozi, Baves, Xaşkan û Xirabe yên Elbakê qarantîna didome. Li gundê Xirabeyê 5 kes tabûrcî bûne. Kesên din hê jî li nexweşxaneyê ne. Li gundê Albayrakê testa 5 kesan pozîtîf derketiye, lê gund hê nekirine qarantînayê.”   HEJMARA WEQAYÊN LI NAVÇEYAN   Li gorî daneyên SES’ê li bajar 13 kesan ji ber vîrûse jiyana xwe ji dest daye û rewşa dawîn a weqayên li navçeyan wiha hatiye rêzkirin: “* Li Nexweşxaneya Leşkeriyê 7 pozîtîf û kesek bi guman hene. * Li Nexweşxaneya Stenbolê 11 pozîtîf û 5 bi guman hene. * Li Nexweşxaneya Zanîngehê 12 pozîtîf û 20 bi guman hene. * Li Nexweşxaneya Herêmê 13 pozîtîf û 55 bi guman hene. * Li Erdîşê 5 pozîtîf û 8 bi guman hene. * li Payîzavayê 19 pozîtîf hene. * Li ELbakê 8 pozîtîf, 2 bi guman û 13 mirî hene.”   KAMPANYA XWİŞK Û BIRA   Xebatên Kampanya Xwişk û Bira jî wiha hatine rêzkirin: “* 5 hezar malbat hatine tespîtkirin. Heta niha têkilî bi 2 hezar û 500 malbatan re hatiye danîn û hatiye tespîtkirin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. * Ji bo alîkariya kampanyayê, bi 210 malbatên dildar re têkilî hatiye danîn. * Piştevaniya pêwîst ji bo hezar û 585 malbatî hatiye kirin û xebat didomin. * Ji 920 malbatî re piştevaniya pere hatiye kirin. * 665 qolî alîkarÎ gihîştiye malbatan. Ji vana 70 qolî ji aliyê encumene şaredariyan ve gihîştine malbatan. * Niha di stoqa de qolî nemane. Xebata ji bo vê yekê didome.”