Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê 2020-05-03 12:49:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, diyar kir ku rejîma Îranê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan şandine zindana Qerçek a Weramîn û Zeyneb Celaliyan niha di beşa karantînayê de tê ragirtin.   Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê weşandibû, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku cezaya girtîbûna heta hetayî jê re hatiye dayîn, di roja 28'ê Nîsanê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin. Duh bavê Celaliyan, Elî Celaliyan li ser mijarê agahî dabû Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê. Elî da bû zanîn ku keça wî çav girtî û dest girtî, bajar bi bajar digerênin. Elî diyarkiribû ku keça wî Zeyneb ber bi zindanek Tahranê birine û aqûbeta wê nayê zanîn.   Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê îro carek din li ser aqûbeta Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek belavkir. Li gorî daxuyaniya Tora Mafê Mirovan, piştî ku zindanên Urmiye, Kirmaşan û Êvînî ya Tahranê Celaliyan wernegirtine, rejîma Îranê wê birine zindana Qerçek ya Weramîn a nêzî Tahranê. Hate gotin ku niha Zeyneb Celaliyan di beşa karantînê ya zindana Qerçek de tê ragirtin. Hîn jî nayê zanîn Zeyneb Celaliyan ji bo çi veguhestine zindanek din. Li gorî malbat dibêje, rejîma Îranê ji wan re gotine dibe ku dosyayek nû ji bo Zeyneb Celaliyan were amaekirin û ji ber vê bibin navendek din.