Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin 2020-05-03 14:48:39   WAN - OHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê, rapora der barê Girtîgeha Tîpa L a Patnosê de amade kiribûn parve kirin. Saziyan di raporê de diyar kirin ku girtî di pêvajoya pandemiyê de bi ava qirêj neçar dimînin paqijiyê bikin û gotin: "Ava ku ava laximê tev lê dibe rîsa mafê girtiyan ê jiyanê qat bi qat dixe talûkeyê."    Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Baroya Wanê û TUHAY-DER'ê têkildari rewşa Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê û tedbîrên li dijî virûsê rapor amad kirin.    JIYANA GIRTIYAN DI RÎSKÊ DE YE   Rêxistinên parazvanên mafên mirovan di rapore de diyar kir ku li Girtigeha Patnosê li dijî talûkeya şewba vîrûsê tedbîr nayên girtin û wiha cih dan raporê: "Tedbîrên ku têne girtin jî têr nakin. Hêjmara girtiyan pir zêde ye. Paqijî kêm e. Malzemeyên parastinê kêm in. Girtî nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin. Malzemeyên wekî lepik, rûpoş û dezenfektanê yên parastina li dijî şewbê bi pereyan difiroşin girtiyan. Li gelek girtîgehan pir zêde buha difiroşin. Qawîş bi rêk û pêk nayên dezenfektekirin. Girtiyên dema diçin hevditina telefonê mesafeya fîzîkî li ber çavan nayê girtin. Ava ku girtî pê pêdiviyên xwe dibînin qirêj e û ava laximê tev lê dibe. Ev yek bêtir tenduristiya wan dixe nava talûkeyê. Rîskê mafê jiyanê bêtir dixe talûkeyê."    Saziyan di raporê de cih dan tespîtên li girtîgehan û ev tespît rêz kirin:    “* Di ketina girtîgehê de personel û esker lepik û rûpoş dixin dest û ruyê xwe. Di ketinê de rûpoş û lepik didin girtiyan jî. Dîsa pîvana germa laş tê girtin.    * Hevdîtina parêzeran li gorî usula hevdîtina girtî tê kirin.    * Li cihê hevdîtina bi parêzeran re tê kirin, di destê girtî de lepik û di rûyê wî de rûpoş hatiye dîtin. Lê dema girtî derdikevin hevdîtina telefona heftane, dema derbasî odeya SEGBİS'ê dibin maske û rûpoş nadin girtiyan. Mesafeya fîzîki xan navbera xwe û li ser girtiyan lêgerînê dikin.    * Heta niha qawîş tenê 3-4 caran hatine dezenfektekirin. Herî dawî 15-20 roj berê hatibûn dezenfektekirin. Dema dezenfekte dikin jî seranser dikin.    * Rûpoş û lepikan nadin girtiyan. Pir hindik sabûn û ava cilan didin girtiyan. Rûpoş û lepikên difiroşin girtiyan jî bi buhayekî pir zêde difiroşin. Lîtreya dezenfektanê bi 55,00 TL difroşin girtiyan.    * Ji ber astengiyên temasa fîzîkî qedexeyên ziyareta malbatan hêj didome. Girtî tenê 20 deqîqeyan bi telefonê bi malbatê re di axivin.    * Heqê av, ceyran û xwarinê ji girtiyan distînin. Ji ber bêhna laximê ji avê tê girtî nikarin ava kaniyê vexwin. Bi ava ku ava laximê tev lê dibin neçar dimînin paqijiyê bikin.    * Xwarina ku qewta wê tune didin girtiyan.    * Ji bo zarok û girtiyên nexweş tu dedbîr nayên girtin. Alav, pirtûk û rojnameyên ji girtiyan re tên şandin nadin girtiyan.    * Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê bisînorkirin.    * Girtiyên nexweş ku wan dibin nexweşxaneyê 14 rojan di qerantînayê de tên girtin. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş û temenmezin nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.    * Jimartina girtiyan wekî berê didome.      Divê rayedar li gorî peymanên navneteweyî û zagonan gavan bavêjin û mafên girtiyan ên zagonî û hiqûqî biparêzin.