Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan 2020-05-03 15:01:28   EDENE - Hêzên Ked û Demokrasî yên Edeneyê, bertek nîşanî girtin a Serokê EMEP’ê yê Navçeya Yuregir Ferît Kîlîs dan û xwestin bê berdan.    Polîsan duh bi ser mala Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Navçeya Yuregir a Edeneyê Ferît Kîlîs de girtin û binçavkirin. Kîlîs ê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Edeneyê hat kirin û bi îdîaya li ser medya civakî “Peywirdarên di têkoşîna li dijî terorê cih girtin de hedef nîşand” hat girtin.   Hêzên Ked û Demokrasî yên Edeneyê, derbarê girtina Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Navçeya Yuregir a Edeneyê Ferît Kîlîs de daxuyaniyek nivîskîn dan. Hêzên demokrasiyê di daxuyaniya dan de wiha gotin: “Divê desthilatdarî dawî li operasyonên xwe yên li ser medya civakî bîne. Desthilatdarî bi hemû derfetên di destên xwe de êrîşê mûxalîfan dike û bi vê hewl dide civakê teslîm bigire. Ji ber ku Kîlîs wêneyê dadgerê ku ceza da Mûstafa Koçak ê di heftiya derbasbûyî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, di medya civakî de parve kir hat girtin.  Ji bo bi dawî anîna pêkanînên AKP’ê yên bêhiqûq em banga têkoşînê dikin. Divê demildest Serokê Partiya Kedê yê Yuregirê Ferît Kîlîs bê berdan. Dewlet û hikumet dawî li operasyonên medya civakî bîne.”