Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan 2020-05-03 20:27:37   ENQERE - Li Tirkiyeyê 61 kesên din jî bi vîrûsa corona mirin. Heta niha hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona (Covît19) mirin gihişt 3 hezar û 397 kesan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku tenê ji 24 saetan carekê daneyên der barê nexweş û miriyên vîrûsa corona (Covît-19) bi gel re parve dike, diyar kir ku di 24 saetên dawî 61 kesên din mirin û Hezar û 670 kesên nû jî bi şewbê ketin. Ji Adarê heta niha li Tirkiyeyê bi tevahî 3 hezar û 397 kes bi şewbêkirin. Bi giştî 126 hezar û 45 kes jî bi şewba vîrûsê kitin.  Balkêş e piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got "Em ê piştî rojiya rezemanê 2 cejnan bi hevre pîroz bikin" Wezîrê Tenduristiyê roj bi roj hêjmara mirî û nexweşan daxist.