Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye 2020-05-04 09:03:05 OSMANIYE - Girityê Nexweş Sabrî Kaya di nava 42 rojan de 3 caran rakirin nexweşxaneyê. Kaya heta niha 14 caran rakirin nexweşxaneye, lê bêyî ku dermankirina wî bi dawî bibe dîsa ew şandin girtîgehê. Kaya tevî nexweşiya giran hêj  girtî ye û nayê berdan. Malbatê xwest Kaya bê berdan.  Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê girtiye, di 42 rojan de 14 caran rakirin nexweşxaneyê. 42 roj in wî di navbera girtîgeh û nexweşxanê de tînin û dibin. Kaya yê di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û dûre xwîn çû ser mejiyê wî, 3 caran kirin beşa venêrtina zêde. Kaya di nava 42 rojan de 14 caran rakirin nexweşwxaneyê. Her carê gotin "Rewşa wî baş bûye" û dîsa ji nexweşxaneyê şandin girtîgehê.    Kaya, heta niha qeyrana dil derbas kiriye û parek mejiyê wi felç bûye. Keça Kaya Dilan Kaya, xwest Hekîmtiya Înfazê ya Osmaniye demek berî demekê biryara berdanê bidin û bavê wê serbest berdin.    Kaya anî ziman ku niha bavê wê li revira Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyê girtî ye û hişê wî ne li serê wî ye. Kaya, da zanîn ku ji ber hişê bavê wê ne li serê wî ye nikare pêdiviyên xwe temîn bike û ji aliyê hevalên wî ve alikarî tê kirin.    Kaya, anî ziman ku bi sedema vîrûsa corona bawê wê li nexweşxaneyê ranazînin û her dem ji ser hişê xwe diçe. Kaya xwest bavê wê serbest berdin û bişînin balê.