Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin 2020-05-04 09:09:20 MÊRDÎN - Hevserkê Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Dr. Ozgur Bîlek, diyar kir ku ji ber hêmarakesên bi vîrûsê dikevin kên nabin, nexweşî li xizmetkarên tenduristiyê jî belav dibin û wiha got: “Ger ku nexweşî kêm nebe, dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyên mezin bibînin.  Di têkoşîna li dijî şewba gerdûnî vîrûsa corona (Covid-19) de herî zêde xizmetkarên tenduristiyê di refên pêş de cih digirin. Ji ber ku herî zêde xizmetkarên tenduruistiyê bi şewrê  û nexweşan re rû bi rûne, herî zêde ew dikevin bin bandora şewbê. Heta niha her çend rayedarên hikûmetê hêjmarê aşkere nekin jî bi deh hezaran xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketin. Rojên borî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê 7 hezar û 428 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketine. Ev hêjman nişan dide ku li Tirkiyeyê di nava kesên bi şewbê ketine ji sedî 6’ê wan xizmetkarên tenduristiyê ne.    Têkildarî rewşa xizmetkarên tenduruistiyê û zahmetiyên dijîn Hevserokê Şaxa SES'ê yê Mêrdînê Dr. Ozgür Bîlek, anî ziman ku şewb di nava xizmetkaran de gelek zêde belav bûye. Bîlek, anî ziman ku tenê li Mêrdîn 32 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbêketine û wiha got: "Xizmetkarên tenduristiyê ku hewl didin tenduristiya civakê biparêzin, ew bi xwe êdî nikarin tenduristiya xwe biparêzin. Di destpêkê de gelek nexweşxane ji bo vê şewbê ne amade bûn. Baş plansazî nehat kirin. Di dîrokê de jî yên herî zêde di bin rîsta nexweşiyên şewbê de dijîn xizmetkarên tenduristiyê ne. Divê bê navber tedbîr bên girtin û bê navber xizmetkarên tenduristiyê bêne parastin. Di vê pêvajoyê de hat ditin ku xizmetkarên tenduristiyê baş nayên parastin. Berê jî xizmetkar nedihatin parastin. Lê di vêpêvajoyê de baştir hat dîtin:"    Bilek, anî ziman ku piştî zextên cemaweriyê zêde hûn hin kêmasî hatin temamkirin û tedbîr hatin girtin û wiha lêzêde kir: "Dema em li tenduristiya karkeran û ewlehiya kar dinerin, divê gava ewil bê avêtin talûkeyê di destpêkê de tune bike. Ji bo vê yekê jî divê tenduristiya civakê bê parastin. Çiqas hêjmara nexweşên bên nexweşxaneyê kêm bibe ew qas tenduristiya gel jî zêde tê parastin. Di serî de bê amadekarî nexweşxane wekî nexweşxaneyên pandemiyê hatin îlankirin. Diviya bû li gorî zanistiyê û pêdiviyan nexweşxane bihatina amadekirin. Li gorî endezyariyê jî plana wê nehat kirin. Diviya bû hêjmara personelan duqat zêde kiribûna. Dema xizmetkarên tenduristiyê mudaxaleyî nexweşan kir nekaribûn xwe biparêzin."    Bîlek, da zanîn ku der barê vê şewbê de ne xwediyê agahiyên nû bûn û wiha bi dawî kir: "Me di serî de belavbûna nexweşiyê cîddî negirt. Çiqas zêde nexweş bên nexweşxaneyê dê ew qas hêjmara xizmetkarên tenduristiyê yen bi şewbê dikevin jî zêde bibin. Ger ku rê li pêş zêdebûnê neyê girtin, dibe ku demek şûnde xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bijîn. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin dive berî her tiştî tenduristiya gel û civakê bê parastin. Xizmetkarên tenduristiyê di rojên ewil de di aliyê xwe parastinê de zahmetî dîtin. Malzeme û ekipmanên parastina li dijî şewbê pir kêm bûn. Ji ber ku me nekarîbû xwe bigînin Midûrê tenduristiyê yên bajar ev pirsgirêk nedihat çareserkirin. Me nekarîbû daxwaz û pêşniyar kiribûna.  Niha jî ji ber ku agahî zelal nayên parvekirin der barê rewşa herêmî de em ne xwedî agahî ne. Kesên polîtîkayê diyar dikin, li hemberî banga testê ji destPekê de nêzîkatiyek muxalif pêş xistin"     MA / Ahmet Kanbal