‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’ 2020-05-04 09:10:06 AMED - Malbatên gorên zarokên wan ên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji destdayîn hatin xirabkirin, diyar kirin ku ew hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin û gotin: “Em ê carek din kêlên gorên zarokên xwe çêbikin.” Êrîşên li dijî gorên kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan, qasî dîroka welat kevne. Di dîroka nûjen a Tirkiyeyê de, bi polîtîkayên veşartina cihê gorên Şêx Saîd û Seyît Riza re, êrîşên li dijî goran di pêvajoya hikumeta AKP’ê de zêdetir bûn. Leşkeran herî dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlîg û Colemêrgê êrîşî goran kirin, nivîs û navên kurdî yên li ser kêlên goran jêbirin. Li hin bajaran jî, zext li malbatan hatin kirin ku kêlên zarokên xwe bişkînin û ji holê rabikin.   Hulya Baran a berî 3 salan keça xwe di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Efrîn de winda kir, anî ziman ku li wê derê çete êrîş dikin li vê derê jî desthilatdarî. Baran, diyar kir ku ji dîrokê û vir ve gorên kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane tên rûxandin û wiha axivî: “Ne tenê malbatên gorên zarokên wan hatine rûxandin, divê hemû civak bertek nîşanî vê rewşê bide.”   'HER QEWM BI ÇANDA XWE DIJÎ’   Baran, da zanîn ku bi hinceta “kurdî” êrîşî goran dikin û wiha got: “Bêtehemûliyek mezin li hemberî zimanê kurdî heye. Her qewm, bi ziman û çanda xwe dijî. Em kurd, navên bi zimanê xwe li zarokên xwe dikin. Navên li ser wan kêlan bên jêbirin jî, lê dîsa nikarin ji dil û mejiyê me jêbibin. Zarokekê me biçe, wê bi hezaran zarokên me bi welidin. Hûn çiqasê hilweşînin, jê bibin, emê carek din kêlên zarokên xwe çêbikin û navên wan li ser binivîsin.”   BANGA ‘HÎS KIRINÊ’ LI ERDOGAN KIR     Baran, ji hevjîna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan xwest ku “mîna dayikekê” wan hîs bike û wiha bilêv kir: “Ez weke dayikekê bang li Emîne Erdogan dikim. Tu jî dayikî. Îro gora zarokekê te 4 caran bê rûxandin, cenazeyê zaroka te ji gorê bê derxistin, gelo tu yê çi bikî? Kêliyek be jî dayikên kurdan hîs bike. Tu jî weke dayikekê êrîşa li dijî goran qebûl neke. Ji ber ku em jî van êrîşan qebûl nakin.”   ‘DIXWAZIN ME BÊ VÎN BIHÊLIN’   Baran, dest nîşan kir ku di hemû olan de destnedayîna goran heye û wiha bang li raya giştî kir: “Dixwazin me bê ziman, bê bawerî û bêvîn bihêlin. Xwedayê heq şahidê me be, em ê tu carî dest ji ziman, bawerî, gor û zarokên xwe bernedin. Bila kes dest jê bernede.”   'DI OLA ÎSLAMIYETÊ DE RÊZÊ DIDIN MIRÎYAN’   Azîz Olçen ê 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de winda kirin jî, bi bîr xist ku di ola Îslamiyetê de rêzê didin mirîyan û wiha axivî: “Dema ku mirovek dimire, ew cenaze dibe cenazeyê hemû mirovahiyê. Hezretî Mûhammad bi xwe jî, dema cenazeyê kesek fileh derbas dibe, radibe ser piyan. Rêzê digire. Lê îro kesên dibêjin em misilmanin êrîşî gorên zarokên me dikin. Êrîşên li dijî gorên zarokên me ne exlaqîne.”   JI SERDEMA OSMANIYAN VE TEHEMULÊ KURDAN NAKIN    Olçen, pirsa “ev qebûlnekirin çawane” kir û wiha got: “Ji dîrokê ve êrîşî gorên kurdan dikin. Bi zanebûn vê yekê dikin. Armanc tunekirina kurdan û zimanê kurdiye. Ji berê de navên kurdan ên li ser kêlan jêdibirin û reqem li ser dinivîsandin. Em vê hişmendiya ku goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin.”   'EW MIN BIKUJIN JÎ EZÊ NEKIM’   Olçen, diyar kir ku zextê li malbatan dikin ku gorên zarokên xwe xirab bikin û wiha bilêv kir: “Tu malbat vê yekê qebûl nake. Ew min bikujin jî, ezê gorên zarokên xwe xirab nekim. Ger min bi dîta xirab dikin jî, heya mirinê jî minê destûr nedaba vê yekê. Dewlet bi vî awayî wê tu carî negihêje armanc û meqseda xwe. Êrîşî nirxên me dikin. Lê emê heya dawiyê xwedî  li nirxên xwe derkevin. Em bang li hemû kesên bi îman û wijdan dikin ku xwedî li cenaze û goran derkevin. Divê em heya dilopek xwîna xwe ya dawiyê jî xwedî derkevin. Ger em xwedî gorên xwe derkevin, ewê dest ji van kiryarên xwe berdin. Ew çiqasê êrîşê bikin, emê teslîm nebin.”   ‘DI GORÊ DE JÎ HUZÛRÊ NADIN WAN’   Olçen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zarokekê min di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest da. 108 rojan cenazeyê wî nedan me. Piştî 108 rojan encex me karî em cenazeyê wî bigirin. Heya me defin kir jî, astengiyên cuda ji bo me derxistin. Cenazeyê kurê min 108 rojan di morgê de hiştin. Dozger ji min re digot tu ne muxatabê minî. Ez bavim, ger ez ne muxatabbim gelo wê demê kî muxatabe? Piştî ewqas zor û zehmetiyan min cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Lê di gorê de jî, huzûr û rehetiyê nadinê.”   MA/ Arjîn Dîlek Oncel - Aydin Atay