KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe 2020-05-04 11:11:27   AMED - KCD'ê bi minasebeta salvegera komkujiya Dersîmê daxuyanî da û got: "Heta ku Kurd wekî Elewî, Sunî û Êzidiyan hevkariyê pêk neyne û Yekîtiya xwe ya Netewî ava neke dê ji qetlîamên bi vî rengî rizgar nebe. Ji ber wê yekê li hemberî polîtîkayên qetlîamker, koçberî, xizanî û bişaftinê peyvira me ya esasî û lezgîn avakirina Yekîtiya Netewî ye."      Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta salvegera komkujiya Dersimê daxuyanî da. KCD'ê diyar kir ku heta kurd nebin yek dê her dem rastî komkujiyan bên. Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Qetlîama Dêrsimê bi avakirina Netewe Dewletê destpêkiriye û polîtîkayên bişaftin û qirkirinê yên pêngava herî zêde bi xwîn e. Qetlîama Dêrsimê di salên pêşîn ên avakirina Komarê de pêngav bi pêngav hatî plankirin.  Di raporên hatin girtinde hate diyar kirin ku Dêrsim her ku diçe Kurdewar dibe û gelek caran pêşniyara emeliyatê hatibû kirin. Piştî ku navê Dersimê wekî Tuncelî hate guhertin, ji bextê Mufetîşiya Taybet a Umumiye û rejîma zordest û faşist re hat hiştin. Piştî wê di navbêra salên 1937-1938'an de qetlîam û sirgûnan dest pêkir.    Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, deh hezaran mirovên xwe yên Elewî ku di Qetlîama Dersimê ya di navbera salên 1937-1938'an de pêk hat bi rêz bi bîrtinin û qetlîamê careke din bi hêrs lanet dikin. Wekî her car di vê qetlîamê de jî êşên herî giran jinan jiyî. Ji ber vê yekî herî zêde divê jin hesab bipirsin. Tu qetlîam nekarin li pêşiya hêza azadî û berxwedana gel raweste. Ligel ku di qetlîam bi taybetî ji bo civaka Elewiyan trajediyek mezin be jî Dersim her daîm bû rûmeta gelê Kurd.   Em wekî KCD’ê bang li dewletê dikin û dixwazin bi qetlîama Dersimê re hev rû bibe. Beriya her tiştî divê arşîvên Dersimê bên vekirin, cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî di nav de divê cihê hemû goran bê aşkere kirin. Divê navê Dersimê lê bê vegerandin, ne li ser navê şexs û partiyan divê li ser navê dewletê lêborîn bê xwestin. Her wiha divê navê kesên qetlîam pêk anîn bên aşkerekirin û di wijdana civakê de bên darizandin. Bi boneya vê rojê divê hemû projeyên ku xwezaya Dersimê tê talankirin bên betalkirin. Divê derbarê kesên li çiyayên Dersimê gotinên nîjadperest û nefretê dixe navbera gelan dinivsînin lêpirsîn bê destpêkirin.   Bi wesîleya salvegera qetlîama Dersîmê, Wekî KCD’ê banga me ji raya giştî re ev e; Ev qetlîama ku li hemberî civaka Elewiyên Kurd pêk hat li hemberî hemû mirovahiyê pêk hat. Ji bo kiryarên vê qetlîamê aşkere bibin werin em arşîvên vê qetlîamê vekin û bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li Dersimê sûcê mirovahiyê pêk hat. Ne tenê roja qetlîamê heta arşiv bên vekirin û cihên goristanan bên diyar kirin em bêdeng neminin.   Bi munasebeta Qetlîama Dersimê wekî Kongreya Civaka Demokratîk banga me ji bo gelê me ev e: Qetlîama ku li hemberî civaka Elewî pêk hatibe li dijî tevahî Kurdan pêk hatiye. Heta ku Kurd wekî Elewî, Sunî û Êzidiyan hevkariyê pêk neyne û Yekîtiya xwe ya Netewî ava neke dê ji qetlîamên bi vî rengî rizgar nebe. Ji ber wê yekî li hemberî polîtîkayên qetlîamker, koçberî, xizanî û bişaftinê peyvira me ya esasî û lezgîn avakirina Yekîtiya Netewî ye.     DERSIM QIRKIRIN E!"