Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye 2020-05-04 11:39:23   IDLIB – Rojnameger Îdrîs Henan, bilindbûna êrîşên li Idlibê nirxand û ev tişt got: “Amerîka û Rûsya zextê li Tirkiyeyê dikin. Hevsengiyên leşkerî ne leha Tirkiyeyê ye. Bangên nûnerên Amerîka û Rûsyayê yên ji bo derketina hêzên biyanî ya Sûriyeyê Tirkiyeyê gelek tengezar kirine.”   Li Idlibê, li gel peymana ku di 5’ê adarê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat îmzekirin jî gengeşî berdewam dike. Xalên peymanê yên ji bo rêya bejahî ya M4 a navneteweyî hê jî pêk nehatine. Dewriyeyên ku li ser vê rêyê tên kirin, li hin deveran Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ/El Nusra) û li hin deveran jî ıdlîbî şermezar dikin û asteng dikin. Ev rewş jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ/El Nusra) tîne dijberî hev. Ji ber vê rewşê Rûsya û TSK’ê sewqiyatên leşkerî ji bo herêmê dikin. Piştî van geşedanan pevçûnên li Idlibê careke din dest pê kirin. Tê payîn ku pevçûn di rojên pêş de dijwartir bibin. Dîsa tê gotin ku hem Tirkiye û hem jî rejîm herêmê kirine lodgeha şer.   ASTEKE NÛ   Rojnameger Îdrîz Henan ku li Rojnameya Ronahî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê weşandin, dixebite û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, gengeşiya li Idlibê nirxand. Henan, diyar kir ku li Idlibê rûpelekî nû hatiye vekirin û got ku Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî Tirkiyeyê helw didin ku bi şêwayeke nû tevbigerin û êdî siyaseta “Em axa Sûriyeyê diparêzin” nameşînin.   AMERÎKA Û RÛSYA TIRKIYEYÊ NAXWAZIN   Henan, destnîşan kir ku bi operasyonên dawîn ku li başûrê Idlibê û bejahiya Helebê hatine kirin, pêvajoya Astanayê bi dawî bûye û derbasî asteke din bûye û wiha got: “Nêrîna neo Osmaniî ya Tirkiyeyê ku li Idlibê derketiye holê, li dîwarê hêzên kadî yên mîna Amerîka û Rûsyayê qelibî. Her du hêz jî edî naxwazin Tirkiye dagirkeriya xwe berfireh bike. Wê êdî Tirkiye nikaribe ji nakokiyên di navbera aliyan de sûd werbigire. Hem Amerîka hem jî Rûsya zextê li Tirkiyeyê dikin û hevsengiya leşkerî ne leha Tirkiyeyê ye. Bangên nûnerên Amerîka û Rûsyayê yên ji bo derketina hêzên biyanî ya Sûriyeyê Tirkiyeyê gelek tengezar kirine. Di wateya navneteweyî de ev rewş Tirkiyeyê li cihekî baş nîşan nade. Li gel vê yekê jî Tirkiye dixwaze bi tawîzan dagirkeriya xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayînde bike.”   WÊ DARBE BIXWE   Di berdewama axaftina xwe de Henan bal kişand ser armanca Tirkiyeyê ya ji mgenegşiya Idlibê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baş dizanin ku li Idlibê têk biçin, wê li derveyî meseya ji bo çareseriya Sûriyeyê bimînin. Bi hevdîtina dawîn a Erdogan û Pûtîn derket holê ku li hev nakin û Tirkiye niakre terka komên radîkalê bike. Her çiqas ji Rûsyayê re bibêjê wê şerê koman bike jî vê yekê nake û wan li dijî Rûsyayê diparêze. Tirkiye dixwaze ji rewşa niha hinek din jî sûd werbigire û giranî bide êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê heke Tirkiye di polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê de israr bike wê hem di siyaseta hundir de hem jî di siyaseta derve de derbeyên mezin bixwe.”   MA / Nazim Daştan